Li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ciwanên Amedê li Rezan daketin qadan.
AMED – Ciwanên Amedê li navçeya Rezan li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan daketin qadê û çalakî pêk anîn. Ciwanan bi avêtina sloganan û deng derxistinê li gelek kolanan meşiyan. Sloganên wek “Bêdeng nemine, ger tu bêdeng be, wê dora were te”, “Bi can bi xwin em bi te re ne ey Serok”, “Bi berxwedanê em ê bi serkevin” û “Bijî Berxwedana Zindanan” hatin berzkirin.
Gel jî piştgirî da ciwanan. Bi tîlîliyan gel derketin balkonan xwe xwediyên dikanan bi çepîkan piştgirî da ciwanan. Ciwan bi sloganan dîsa belavbûn.