Li bajarê Minbicê îro Yekîtiya Jinên Ciwan ji bo piştgiriya berxwedana girtîgehên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê çalakiyek protestoyî li darxist.
MINBIC – Yekîtiya Jinên Ciwan îro li bajarê Minbicê ji bo piştgiriya berxwedana li girtîgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê û ji bo şermezarkirina bêdengiya navdewletî, çalakiyek protestoyî li darxist. Bi dehan endamên jin ên saziyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Minbic û gundewarên wê li ber avahiya Şaredariya Gel kom bûn û beşdarî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de beşdaran alên Yekîtiya Jinên Ciwan, Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê, Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Meclisa Jin û pankartên bi nivîsên ‘Bijî berxwedana li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan’, ‘Em ê bi berxwedanê tecrîdê bişkînin’, ‘Giyana jinên ciwan giyana berxwedana Ayten e’ hildan.
Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Paşê endama Yekîtiya Jinên Ciwan a Minbicê Mîdya Mihemed axivî û got: “Îro em dibînin ku berxwedana girtîgehan di nav bêdengiya navdewletî de derbasî pêvajoyên mezinkirina berxwedanê û serhildana li hemberî faşîzma Tirk dibe. Em soza parastina destkeftiyên şoreşê û biserxistina projeya herêmê ya demokratîk û azad didin. Em soz didin ku em ê piştgiriya berxwedana girtîgehan bikin.”
Di dawiya çalakiyê de beşdaran dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û şermezarkirina tecrîda giran ku li Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin, berz kirin.