HBDH’ê li ser Bayram Namaz (Baran Serhat) ku li Rojava şehîd bû daxuyaniyek da û diyar kir, “Hevrê Baran wê di têkoşîna hevpar a karker û kedkarên Tirkiye û Kurdistanê de bijî. Em ê hesabê vê komkujiyê ji dewleta TC û hevkarên wê bipirsin.”
NAVENDA NÛÇEYAN – Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, “Endamê Komîteya Navendî ya MLKP’ê, endamê Konseya Giştî ya HBDH’ê hevrêyê me Baran Serhat (Bayram Namaz) bi êrîşa dewleta T.C. û hevkarên wê li qada şerê şoreşgerî 23’ê Adarê şehîd bû.”
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Baran Serhat di nava têkoşîna şoreşgerî de xwedî tecrûbeyên girîng bû û hate gotin, “Ji girtîgehê heta çiyayên Kurdistanê li qadên cuda yên têkoşînê bû xwedî tecrûbeyên mezin. Hevrêyekî pêşeng ê mînak bû. Weke milîtanekî şoreşger ê bi biryar cihê xwe di nava têkoşîna azadî û wekheviyê de girt. Ji dema ku têkoşîna şoreşgerî nas kir û pê ve timî cihê xwe di nava berxwedanê de girt, li her qada têkoşîna şoreşgerî bi rengekî çalak wezîfeya xwe bi cih anî.”
Komîteya Rêveber diyar kir, hevrêyê wan Baran li dijî êrîşên faşîzmê her tim bi sekneke bi biryar û xwedî îrade sekinî, li ser rêya vê dozê ti carî dudil nebû û bi coş û kelecana şoreşgerî tevlî nava refên berxwedanê bû.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Di pêvajoya damezrandina tevgera me ya şoreşger a yekbûyî de cihê xwe di karê Konseya Giştî ya HBDH’ê de girt, wezîfeyên girîng hilda ser milê xwe. Hevrê Baran di avabûn û pêşvebirina HBDH’ê de xwedî kedeke diyarker bû… Israra wî ya ji bo bicihanîna têkoşîna şoreşê ya yekbûyî wê timî rê nîşanî me bide.”
Di daxuyaniyê de hate ragihandin, di şexsê hevrêyê wan Baran de êrîş li dijî tevahiya tevgera şoreşger a yekbûyî hatiye kirin û hate gotin, “Xwedîderketina li bîranîna hevrê Baran bi xurtkirina têkoşîna me ya li dijî faşîzmê dibe. Bi vê wesîleyê em bang li hêzên şoreşger-demokrat hemûyan dikin ku li her cihê lê ne li dijî faşîzmê xwe bi rêxistin bikin, bibin yek, bi feraseta têkoşîna yekbûyî çalakiyan bikin û bi biryardarî tevlî pêngava hilweşandina faşîzmê bibin. Em bang li ciwan, kedkar û jinên Tirkiyeyî û Kurdistanî dikin ku bibin yek, têbikoşin û berxwedanê mezin bikin.”
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku wê hesabê vê komkujiyê ji dewleta TC û hevkarên wê bipirsin û herî dawî sersaxî ji malbatê, hevrêyên wî û gelan re hate xwestin.