Cemal Kobanê û Omer Bagdû ji 29’ê Çileya 2019’an ve li bajarê Elmanyayê Kasselê li dijî tecrîdkirina Rêberê gelan Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger de ne.
KASSEL – Çalakvanên greva birçîbûnê Cemal Kobanê û Omer Bagdû ji ajansa me Nûçe Ciwan re berxwedaniyên xwe û armancê çalakiya xwe anîn ziman. Cemal Kobanê û Omer Bagdû ji 29’ê Çileya 2019’an ve li bajarê Elmanyayê Kasselê li dijî tecrîdkirina Rêberê gelan Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger de ne.
Çalakvanê greva birçîbûnê Omer Bagdû ku 57 rojin di nava berxwedanê de ye ev nirxandin kir:
“Ez Omer Bagdû ji Cizîra Botanim. Em di 29’ê Çile 2019 dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Em 4 heval bûn destpêkê û me ji bo 10 roja çalakiya greva birçîbûnê da bûn destpê kirin. Me jî xwest em piştgirî bidin Leyla Guven, Nasir Yagiz û berxwedanvanên çalakiyên grevên birçîbûnê. Li ser vî esasî em 4 heval ketin greva birçîbûnê ji bo 10 rojan. Me destpêkê hêza xwe nas nedikir. Hêzek me ya veşartî hebû. Piştre min û hevalê Cemal Kobanê bîryara xwe veguherand û me çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger da destpê kirin. Ev 56 rojin em çalakiya xwe didomînin. Ji bo şikandina tecrîdê çalakiyek wiha pêwîst bû. Li dijî vê faşîzma Akp-Mhp û li dijî tecrîdê êdî çalakiya bi vî rengî giring bû. Cawa ku av ji bo mirovan giringe, ev çalakiya me jî êdî bibû pêwîstiyek. Ez ji vir, silavê xwe ji pêşenga çalakiyên grevên birçîbûnê Leyla Guven re dişinîm. Em bi vê çalakiyê keyfxweş, bi coş û moral bûn. Em vîcdanî bi vê çalakiyê rehet bûn. Ev 17 sale ez jî Ewrûpa jiyan dikim, min êdî li vir xetimandinek jiyan dikir, ev çalakî ji bo bû wesileya derketinekê ji vê rewşê. Em bi bawerin ku em ê çalakiya xwe bi mizginî û bi serkeftinê bi encam bikin. Newroza 2019’an jî mizginiya azadiyê da me. Newroza 2019’an berxwedaniyek mezin derxist holê, piştî 4 salên bi êş.
AZADIYA SEROK APO ANCAX BI BERXWEDANÊ PÊK WERE
Wek wûn jî dizanîn 5 şehîdên vê çalakiyê çêbûne. Em wan bibîr tinîn û bejna xwe li ber wan ditewînin. Em sersaxiyê ji malbatên wan û tevahî gelê Kurd re dixwazin. Her çalakiyek ji azadî û serxwebûn berdêl dixwaze. Berdêl azadiyê jî xwîne. Li zindanan nêzî 7 hezar girtî ketine grevên birçîbûnê, pirahî wan jî ciwanin. Ev kesana xwedî bîrdozî û bawaeriyek mezinin. Bi baweriya Serokatî ketine vê çalakiyê. Berxwedan tiştekî pîroze. Ji bo azadiya gel û azadiya Serok Apo ji bilî berxwedanê tiştekî din nine. Îro dijminê me ne tenê dewleta tirk e, tevahî cihan kombûne li dijî vê tevgerê û Serokatî bûn wek blokekê. Ji bo em vê blokê bişkînin pêwîste em berdêl bidin. Gelê Kurd jî ji vê yekê nareve.
HIKUMETA ELMAN PÊWÎSTE BI EXLAQ Û ÎNSANÎ NÊZÎ VÊ ÇALAKIYÊ BIBE
Em li Elmanya çalakiya xwe didomînin, bi rastî jî ne medya elman, ne bûrokratên elmana û ne jî saziyên elmana li mê napirsîn, bal xwe nade çalakiya me. Ji dirokê ve heta niha dostahiyek elman û tirkan heye. Ji dema osmaniyan heta niha hatiye ev dostahiya wan. Hikumeta elman xwe demokrat nîşan didin, lê belê ne wusa ye. Em dixwaz dikin ku êdî bêdengiya xwe bişkînin. Hevalê Ugur Şakar xwe li Elmanya şewitandin, medyaya elman çalakiya wî wiha nirxand “ji ber pîskoljîka wî xerab bibû xwe şewitand”. Ne wusa ye. Dewleta elman naxwaze vê dozê bixe mijarek sîyasî. Ew ji me baştir dizanîn ku mijar zaten mijarek sîyasiye. Ev sekn xwe ji dostabiniya elmanan û tirk digre, ku ji dirokê heta niha jî didome. Di rihê wan jî rihêkî xirab heye. Em bang li hikumetê dikin ku dew jî vê sekna xwe berdin, û bêdengiya xwe hember vê çalakiya me bişkînin. Dostbinyek wiha tene xirabî û îxanetê bi xwe re tine. Ji dirokê jî diyar dibe ku ciqas xirabî hatiye kirin, ji ber vê dostbiniya wan. Îro jî dewleta elman çekê xwe, panzarê xwe li ser tirkî dide firotin. Ger mirovahitî bi wan re heba vî tiştî ne dikir. Ev xirabî ne tenê ji ber ticaretê ye, di xwîn wan jî xirabî heye. Herkes pêwîste li hember van çalakiyên grevên birçîbûnê bi exlaq û bi însanî nêz bibe. Bang min ji hemû raya giştî ya navnetewî ew ku bi exlaq û însanî nêzî vê çalakiyê bibin.
ZEXTÊN LI BAKURÊ KURDISTAN LI ELMANYA JÎ TÊN KIRIN
Zextên dewleta tirk li Elmanya jî heye. Mîsal Newroz hebû, me nikarî bû weneyên Serokatî derxin, tîşortên me ji ber me kirin. Em çalakiyek biçûk lidardixin bi sedan yan hezar polis tên. Li vî êrdî jî li ser gelê Kurd zext hene. Ez di wir de bang li gelê Kurd dikim ku li vê çalakî, li van rojên dirokî xwedî derkevin. Ciwan, zarok, kal û pir, herkes bila li vê berxwedanê xwedî derkeve. Gelê Kurd berdêl pir mezin dane, pêwîste li gorî vê rastiyê tevbigere. Li Bakurê Kurdistan hemû siyasetmedarên me digrin, dest datine ser şaredariyên me, û dest davê ser nirxên me. Tiştekî me nahele. Elmanya jî bi heman awayî zextên xwe didomine, misal Mîr Muzik kê girt? Saziyên me li Elmanya di bin tehditê de ne, kî ev dike? Dewleta Elman ev tiştana dike. Banga min ji bo ciwan û keçên kurd ew ku li hemberî vê bêdeng nemînin. Gelê me yê Kurd di zindanek mezin de ne, navê vê zindanê jî Elmanya ye. Zindanekî vekiriye. Li ser vî easî bang min ji bo Ciwanên Kurd û gelê Kurd ew ku li vê çalakiyê û dozê xwedî derkevin. Li Serokatiya xwe xwedî derkevin. Pêwîste rojek beriya rojekê azadiya xwe bidest bixin.”