Çalakiyên ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hatine destpêkirin dewam dikin. Li bajarê Zurih ê Swîsreyê ciwan li qadan bûn.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li bajarê Zurîh ê Swîsreyê ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li ser Platfroma Ciwanên Zurîhê ciwanên li hev kom bûn li navenda bajar meşek lidar xistin. Ciwanên ku xwedî li berxwedêrên grevan û çalakiyên canbexşane derketin bi zimanê Elmanî, Fransî, Kurdî û Tirkî dirûşim qîrkirin.