Li navçeya Amedê Rezan ciwanan bombeya deng avêtin ser polisên ku dibistana pêşîn dagir kiribû. Hejmara birîndara ne hat bidest xistin, lê piştî çalakiyê ambulans hatin ber dibistanê.
AMED – Li navçeya Amedê Rezan li kolana Kaynartepe li ber dibistana pêşîn ya Vehbi Koç ciwanan bombeya deng avêtin ser polisên ku dibistanê dagir kiribû.
Hate diyarkirin ku polisên dagirker yên dewleta tirk di çalakiyê de birîndar bûne, lê hejmara birîndara ne hat bidest xistin, û piştî çalakiyê ambulans hatin ber deriyê dibistanê.
Piştî çalakiyê wesayitên zirxî kolana dibistanê dorpêçkirin.
Her wiha ciwanan doh evarî li Liseya Şehitlikê bi heman awayî çalaki li ser polisên dagirker yên dewleta tirk pêk anîn e.