Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven a ji bo bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê 140 roj in didome. Çalakiya Parlementerên HDP’ê Dersîm Dag 25 rojin didome. Çalakiya Parlementerên HDP’ê Tayip Temel û Murat Sarisaç 20 rojin didome. Li Hewlêrê jî berxwedana Endamê HDP’ê Nasir Yagiz 127 rojin didome. Berxwedana li Strasbourga li Fransayê jî di qada navnetewî de deng veda ye. 14 Çalakger bi diruşma, emê tecrîdê bişkînin, faşîzmê têk bibin û Kurdistanê azad bikin li ber xwe didin. Çalakiya wan 101 roj in didome.
NAVENDA NÛÇEYAN – Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, 140 rojin bi armanca tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi dawî bibe di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye.
Çalakiya greva birçibûnê ya bêdawî û bêdorveger ku Hevseroka KCD’ê Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di 8’ê mijdara 2018’an de dest pêkir, hem li hundir û hem li derve belav dibe û berdewam dike. Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven a ji bo bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê 140 roj in didome. Çalakiya Parlementerên HDP’ê Dersîm Dag 25 rojin didome. Çalakiya Parlementerên HDP’ê Tayip Temel û Murat Sarisaç 20 rojin didome. Li Hewlêrê jî berxwedana Endamê HDP’ê Nasir Yagiz 127 rojin didome. Berxwedana li Strasbourga li Fransayê jî di qada navnetewî de deng veda ye. 14 Çalakger bi diruşma, emê tecrîdê bişkînin, faşîzmê têk bibin û Kurdistanê azad bikin li ber xwe didin. Çalakiya wan 101 roj in didome. Li kêleka çalakiyên bê dem û bêdorveger li ber avahiya CPT çalakiya jinan a bi armanca bibin dengê çalakgeran didome. Di 25’ê Adarê de jî bi sedan siyasetmedarên kurd li pêş CPT ji bo 5 rojan ketin grevê û dest bi nobedê kirin.
Îmam Şîş jî li Galler a Brîtanyayê deng daye vê berxwedanê û çalakiya wî jî 101 roj in didome.
Çalakiya Yusuf Îba, li Torontoyê 75 roj, Mustafa Tuzak li Duîsburgê jî 74 roj, Husên Yildiz 69 roj, Hasbî Çakici 68 rojin di grevê de ye didome.
Li wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) çalakiya Fadîle Tok 67 roj, Şiyar Xelîl ê li Nurinbergê 63 roj, Cemal Kobanê û Omer Bagdur yên li Kasselê 58 roj, Şivan Agaogulu û Sultan Yigît ê li Paytexta Awusturya Viyana 53 roj, Mehmet Alî Koçar ê li ber neteweyên Yekbuyî ya Cenevê 36 roj, Nahîde Zengîn, Mehmet Saît Yilmaz û Alî Poyraz a li paytexta Ingilistan a Londonê 11 roj di girevê de ne. Herêm Mehmut 31 roj, Şeyma Ednan 23 roj, Gulebax Celal 8 roj in di grevê de ye.
Çalakiya Seda Akin a li Batmanê 80 roj, Gurbet Ektîren a Dêrika Merdînê 70, ya Semra Alkan a Alîaga ya Îzmîrê 79 roj, Îhsan Sinmiş li Kuçukçekmece ya Stenbolê 29 roj in di greve dey e. Li bajarê Caglîarî ya Îtalya Erol Aydemir, li gundê Tatan ê navçeya Pênciwên a başûrê Kurdistanê jî Fatma Ehmed dest bi greva birçîbûnê kirine.