Li gundê Barman ê bi ser navçeya Stewrê ya Mêrdînê esker û cerdevanên dagirker bi hev re serê sibê bi ser malan de girtin û 10 kesan binçavkirin. Li Bursayê jî 13 kesan duh derxistin Edliyeya Bursayê. Ji 13 kesên binçavkirî 8 hatin girtin.
BURSA / MÊRDÎN – Li Bursayê ji 13 kesên hatibûn binçavkirin 5 kes hatin girtin. Li Navçeya Stewrê ya Mêrdînê jî 10 kes hatin binçavkirin.
Li Bursayê di 19’ê adarê de polîsên dagirker bi ser malan de girtibû û 13 kes binçav kiribû. 13 kesan duh derxistin Edliyeya Bursayê. Ji 13 kesên binçavkirî Ramazan Ozdemîr, Kader Tezkî, Mehmet Şîpal, Omer Bozkurt û Hamdî Becerîk ji aliyê dadgeha dagirker ve hatin girtin. 8 kesên din jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
LI STEWRÊ 10 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Li gundê Barman ê bi ser navçeya Stewrê ya Mêrdînê esker û cerdevanên dagirker bi hev re serê sibê bi ser malan de girt. Di serdegirtina malan de Mahsum Denktaş, Mahmut Durmaz, Mehmet Zirar Guneş, Yilmaz Saydut, Nacî Eşîyok, Zumret Yildirim, Hanîfe Uygur, Yusuf Sozen, Halît Ceylan û kesek navê wî nehat zanîn hatin binçavkirin.
Hêceta binçavkirinê nehat zanîn û piştî kontrola tenduristiyê eskerên dagirker 10 kes radestî polîsên dagirker kirin û ew birin Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê.