Der barê Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven de 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê bi sûcdariya “Endamtiya rêxistinê” doz vekiribû. Bi hêceta ku Guven îfade nedaye dadgeha Rihayê, li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê danişîna Guven a bi ferman hat dîtin.
AMED – 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê biryar da ku Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a 140 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye bi zorê bibin danişînê.
Der barê Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven de 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê bi sûcdariya “Endamtiya rêxistinê” doz vekiribû. Bi hêceta ku Guven îfade nedaye dadgeha Rihayê, li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê danişîna Guven a bi ferman hat dîtin.
Guven di 4’ê Nîsana 2017’an de beşdarî pîrozbahiya Rojbûna Ocalan a li gundê wî Amara ya Xalfetiya Rihayê bibû û hatibû binçavkirin û piştî hat berdan doz lê hatibû vekirin. Heman doz li xweişk û birayê Ocalan, Fatma Ocalan û Mehmet Ocalan jî hatibû vekirin.
Guven a 140 roj in di greva birçîbûnê de ye nikaribû beşdarî danişînê bibe û parêzerê wê Serdar Çelebî di danişînê de amade bû.
Çelebî parastina miwekîla xwe Guven kir û got ji ber di greva birçîbûnê de ye nikare beşdarî danişînê bibe. Çelebî got ew dixwazin doza miwekîla wî bi dawî bibe û bê beratkirin.
Dadgeha daxwaza Çelebî red kir. Dadgehê biryar da ku nivîsa muzakereyê ji polîsên dagirker re bê nivîsandin û Guven bi darê zorê bînin danişînê û doza taloq kir.