Tevgera Xwendekarên Demokratîk pêşbirkek bi navê ‘Welatê Min Kurdistan e’ ji bo danasîna bajarên Kurdistanê li darxistin.
QAMIŞLO – Tevgera Xwendekarên Demokratîk pêşbirkek bi navê ‘Welatê Min Kurdistan e’ ji bo danasîna bajarên Kurdistanê li darxistin. Pêşbirka ku ev miheke amadekariyê wê dihat kirin, li hola Zana ya bajarê Qamişlo hate li darxistin. Ev pêşbirk di navbera 3’ê zanîngehan de çêbû.
Pêşbirk bi deqeyek rêzgiritin li ser rihê cangoriyên azadiyê dest pêkir, piştî wê Xwendekaran nivîsên ku dîroka bajaran bi destê xwe amadekiribûn pêşkêşkirin. Pişt re biryar derbarê zaningeha herî serkeftî hate dayin. Piştî biryaran Zanîngeha Perwerdê ya ku bi keda xwe bajarên Kurdistanê danenasîn bi serket û xelatê girt.
Bi gerandina govendê pêşbirk bi dawî bû.