RÊBERÊ GELAN ABDULLAH OCALAN
“Min sozek ji xwe re daye û soza min ya dilsoziyê heye; “heya ez hebim wê ti carî karê gel yê rizgarî, azadî şûnde neçe, ev nayê pejirandin jî û ti kes nikare şûnde bibe.” Soza ku min ji xwe re daye ev e. Bîst sale di vê xetê de her roj ispata vê sozê tê kirin. Cîhan tevahî li ser me de hat, lê belê ev soz xwe parast û her tim wê ev soz xwe bi parêze.
Hûn niha pir baş dizanin ku têkoşîna me ji duh bi hêztire. Ji salên 1992-91’an bi hêztire. Ev weke zîncirekê ji roja me heya rojên despêkê yê damezrandina partiyê diçe. Ev sozên mezin dayîne û pêkanîne. Di nava we de kesên ku bi vî awayî soz bide heye? Ez dibêjim; “Çima di Kurdistanê de kesên ku bi vî awayî sozên bi hêz û mezin bidin nînin.”
Hin rêhevalên me yên şehîd nirxa ku ez didim soz dayînê pir baş dizanîn. Dibe ku we ev şehîdên berxwedaniya mezin dîtibin. Em wan bi bîr bînin û xwedi li soza wan, dilsoztiya wan derbikevin û ji xwe re mînak bigrin. Mazlum’an, Egîd’an, Heqî’yan… Di milekê de ewqasî pêşketin nînbûn, lê soza girêdanbûyînê hebû. Rêheval Kemal Pîr dibêje; “neyar ji bo ku partî bin bixe dixwaze bi jiyana me re bileyîze, lê em ê bi mirina xwe bi wan bidin windakirin.” Mînaka girêdanbûyîna sozê ev e! Di dawiya sala 1985’an de li hember têkoşîna me ya çekdarî tasfiye kirina gerîla tê pozber kirin. Rêheval Egîd, bi mirina xwe soza xwe ya girêdanbûyînê da. Em encex van sozane, dikarin bi soz dayînê re bipejirînin.
Sozên ku me dane wan jî hene. Soza ku me dayê rêheval Heqî, damezrandina partiyê bû. Soza ku me da Mazlum, Kemal û Xeyriyan, soza cardin vegera welat bû. Soza ku me daye Egîdan; soza sazîkirina artêşa gerîla bû. Em bûn xwediyê van sozane. Pêdivî heye ku em sozên mezin û serkeftî bidin şehîdên mezin yên berxwedêr. Hûn vê fêm dikin. Mirin ne her tişte, bi mirinê re û berxwedaniyê re her tişt nayê qezenc kirin. Em ê ji îro pêde jî bi sozên xwe ve girêdayî bimînin. Em ê vê sozê ji îro pêde jî bînin cîh. Hûn jî sozên rast bidin, sozên serkeftinê bidin. Ti gumanê min ji dûrûstbûyîna we û ji dil bûyîna we nîne.
Tiştê ku ez dixwazim bêjim, li gor pîvanê PKK, soza Rêbertiya bi taxtîk çiye? Dema dibêjin rêbertiya textîk, di bajara de rêxistinbûyîn û serhildan, di çiya de gerîla, rêzîkên gerîla, rêzîkên veşartî rêxîstinbûyîn, rêzikên çalakî, ango di cihê pêdivî de hezarûyek textîk di demê wê de amade kirin û lidarxistin. Çi tê xwestin, li ku derê, çawa û çawa tê xwestin li gor wê bersiv dayîn. Tişta ku ji sozê were fêmkirin jî, di demê wê de û asta jor de bersivdayîna van hemûyan.
Sozên ku tên dayîn ji bo serkeftinê ye. Sozên ku ji derveyê vê tên dayîn jî gewezetî ye. Ruxmê van hemû rexneyane jî soza ku min ji xwe re daye; “wê sibe ji îro zêdetir bibe ya me.” İspata vê jî pratîka bîst salan e. Mafê me jî heye ku em jî bêjin; “Egîdên vî gelî yên ku soz didin hene.” Bila soza we ya ku êm ê bibin zarokên ku fêm dikin, eleqedar dibin, pêk tînin, venêrîn dikin hebe, bila biryara we hebe û vê jî pêk bînin. Pêwîste hûn wisa bibin. Me girêdanbûyîn, dilsoztiyên pir mezin pêkanî û me bi hev re soz da û biryar da. Me got; “em ê soz bidin gel, girêdanbûyîn û dilsoztiyê li hember nirxê gel pêkbînin.” Me got; “em ê di yêkitiya, meş û heycana wê de vînê bibînin. Ev pir pêwîst bûn. Lê hûn zêde cidî nagirin dest. Derdê min yê bingehîn jî ev e. Çawa soz didin gelekî, vîna gelekî çawa tê ava kirin, biryarê gelekî çiye, biryara wê ya tam, meşa wê û şerê wê çawa be?
Hûn wateyê pêngava 15’ê Tebaxê dizanin. Ev roj di heman demê de rojên şerin. Hûnê bikaribin şer fêm bikin? Weke mirovên xwedî partî di destê we de dile we heye, ger ku were xebitandin mejiyê we heye. Gelo hûnê bikaribin vana di cihê wê de bikarbînin?
Berîya her tiştî hûn xwe çawa his dikin. Ango ez wê baweriyê de me ku min xwe di vî şerî de zêdetir afirandiye. Tê zanîn ku her şerek mirovan pir perwerde dike ango şer hînkariye. Ne tenê me çiqasî lê da, xirab kir, ji me û ji neyar çiqasî, ev nirxandinên pir qebene. Pêngava 15’ê Tebaxê ji derveyê van nirxandina ne, taybetmendiyê wê yê herê mezin ew e ku pir hînkar e, ango mirovan pir perwerde dike. Mirov dikare bêje; di qonaxa ku nasnameya gelekî ji dîrokê dihat rakirin ev şer bû şerê hebûn û her cûrê nasnameya mirovahiyê. Tê zanîn ku di dîroka partiyan de, netewan de, ferdan de pêvajoyên bi vê awayî xedar jiyan kirin, berxwedanî kirin xwedî wateyên pir mezinin. Ger ku ji hejandina mejiyên we, we xwe winda ne kiribe, hestên we wêran ne bûbe ev şer di astake pir mezin de fêrkere. Mirov dikare pir rehet bêje; ger şerek gelê ku ji bo wê şer dike bi hêz neke û kesên ku şer dike bihêz nebin, ew dem şer ne hatiye qezenc kirin. Yê ku qezenc kiriye yên cûda ne ango hêzê ku li hember şer kiriye qezenc kiriye. Ger hûn dibêjîn em bin neketine ew dem hêz bûyîna we di jiyanê de çawaye? Di serî de vê ji xwe pirs bikin û bersiv bidin. Min bi şer, pêvajoya xwe bi hêz kirinê pir bi eman jiyan kir.
Ger mafê şerekî were dayîn yek kes jî dikare wê hêzê di kesayetê xwe de jî bi dest bixe. Wisa tê fem kirin ku ger em bi aheng tevbigerin hêza ku di yek kesê de pêş dikeve, dikare bibe malê tevahî partiyê, artêş û yê gel. Her wiha dibe malê mirovahî yê jî. Em dikarin bêjin ku pêngava 15’ê Tebaxê me bi hêz kiriye. Min îro hevaleke me guhdar kir; mînaka wêrektî, egîdbûyîn û qehremantiyek mezine! Behsa rêhevalên me yên grûba Serhedê yên ku bi çi awayî li hember zurufên zehmet yên zivistana Serhedê yê bê eman de, di nava berfa spî de, li hember neyar berxwe didin û herî dawî yek du heval dimînin. Min pir da fikrandin. Ev neyarek wisaye ku çareseriyê encex du dilop dilop xwîn herikandinê de dibîne. Ger ku hûn dixwazin fêr bibin, em bi exlaqek mezin, vînek mezin, ûslubek mezin û hûnerek pir mezin fêr dikin. Em şer jî pir xweşik didin. Me vê jî danî holê; di şertên ku nayê bawer kirin de em hatin van rojan. Em ji cîhanê re jî îlan dikin ku me hin tişt li neyarê xwe kiriye. Niha di asta herî jor de neyar me nîqaş dike û li hember me jî eciz e. Yê ku hemdem û şarêza emin. Neyarek wisaye ku ji xwîn vexwarinê cûdatir ti tiştek ji destê wî naye. Em nûnertiya aşitiyê dikin, lê belê ger ku pêdivî hebe, di şertên herê zehmet de û ti kes bawer neke jî em ê şer jî bi layîqê wê pêk bînin. Di roja me de ev derketine holê. Mezînbûyînê li xwe bênin. Pêwîste hûn serkeftinê bikin weke parçeyeke jiyana xwe ya ku dest jê nayê berdan. Kurd pir hatiye biçûk xistin û belengaz hatiye hiştin. Ji vê şerm bikin. Di cihê vê de xwe ji çep û rast re nedin razandin. Di cihê vê de Kurdên ku qezenc dikin bibînin, mirovê qezenc dike bibînin. Em bimrin jî xeman nexwin. Ger hûn şehîd bikevin jî em ê bêjin; “Tiştên ku layiqên wane hatine kirin.”
Mirovên egîd ji tiştekî nareve û heya ji neyar hesab nexwaze rehet nasekine. Ev egîdbûyîn qanune. Em cardin bi we hêvîne, em ê bi were van karane pêş de bibin. Lê bila di çarçoveya van gotinan de be. Qed nebe jî bila vê carê, tiştên ku me di deh salan de nekir em ji îro pê de bikin. Her roj bi dehan şehîd, her yek ji wan jî hêjayî bi hezaran zêrane, di çalan de tên tijî kirin û bi sedan jî bi îşkenceyan re derbas dibin. Em nikarin bi bêjin; “em pêşnakevin, xwe pêşnaxin.” Ev welat welatê me hemûyane, ev gel gelê me hemûyane. Tiştê ku cihekî tê kirin wê sibe te jî bibîne. Pêwîste em giştî bifikrin, bila ev di peyvan de nemîne. Ez pir dihizirim. Ger ez we ji bo gelê me perwerde nekim, ne veguherînim rastiya me, nikarim dest jê berdim. Heya ku ez encam bigrim ez ê bi were mijûl bibim. Em ê cardin serkeftinê di kesayeten we de avabikin. Wê ev hûner were bikar anîn û wê di encam de eserê xwe derxe holê. Ev ARGK’ye, avabûyîna artêşa gelê me ye, ev ji bo gelê me ji nû de avakirina civaka azad e. Ev têşeyê netewbûyîn û şerefa mirovahiyê ye. Komara mirovahiyê ye. Di vê bingehê de em ê ji bo karnîna wê paqij tevbigerin.
Azweriya her kesekî heye; yê me jî pir vekiriye, dest neyê girtin jî weke xeyal, bi tenê weke welatek were fikrandin, azweriye kî me heye. Ez pir vekiri îlan dikim, ezweriya min ev e, hûnerê min ev e! Ger ku hûn ji bo van hemûyan hene ew dem xwe ji nûve ava bikin, têşeyek bidin xwe û bibin vegotina pêkanîna wê. Di be ku ev bişibin xeyalê zarokekê, lê em bi armancin. Ti derdê min yê ku ez zehmetî bidim we nîne. Min xwe bê eman daye vê karê. Ez ê bi vê hêza xwe baz bidim, ger hûn jî werin, pêwîste şêwazê hatina we bi vîn, bi dil, bi aqil, biberxweder û serkeftî be. Ger ku hûn wisa bin ew dem hûnê bikaribin bi min re bimeşin. Ger ne wisa be hûnê pir zehmetî jiyan bikin, ez naxwazim hûn zehmetî jiyan bikin. Rêhevalên min yên pir mezin hene, heya duh jî xwe şewitandin. Wan di min de azweriyên xwe dîtibûn. Ew qehremanên mezinin. Kemal Pîran xwe kirin perçeyê hestî, xwe şewitandin, kirin xwelî û ji xweli ya xwe afirandin. Ez nikarim van nebînim û fêm nekim. Ez ewqasî bênijad nabim, hûnê jî van bibînin.
Ev rêhevalên şehîd niha jî zindî li hember me sekinîne. Ew nefretê wan yê li hember neyar, rûmetê wan û hêrsa wan naye ji bîr kirin. Em her kêlî li hember fermana wanin, em ê bi hemû hêza xwe layîq derbikevin. Ez ti carî rêhevalên xwe tenê nahêlim. Ger ku hûn jî bi min re werin pêwîste hûn bizanibin bibin rêhevalê van rêhevala ne. Ji derveyê vê ti tişt we layîqê wan nake, ew nirxên dîrokê ne. Bîranîna şewitandina keçekê ji bîrkirin ti carî efû nakim. Kesên ku wateyê vê berxwedaniyê li ser çavên xwe bavêje ez wan naxim şûna mirovan. Ez rêhevalê wanim. Dema bedenê rêheval Kemal ji bo armanceke mezin, ji bo bangawaziyê diheliya, ji wî subayê faşîst re got; “hûn nikarin min vejênin (diriltmek) ew hêza we nîne.” Dema vê digot, çi vegotin dikirin dizanîn, nikarim ji bîr bikim. Kes nikare ji min ji bîrkirinê bixwaze. Dibe ku di dîroka ti netewa de nîn be, berxwedaniya bi sedan keçan, qandî ez difikirim ezê bi fikirim, qandî ez di bihîzim ezê bibihîzim. Ez nikarim ew êşên ku bi sedan rêhevalên me yên ku dest û lingê wan di berfê de şewîtîne û rûxmê wê jî berxwedane ji bîr bikim. Dema ez rojên xwe dinirxînim, di serî de van tînim ber çavên xwe. Êşên ku bi hezaran rêhevalên me di girtîgehê de kîşandine ji bîr bikim. Ew ji min re emir dikin, wê hemû hewildanên min layîqê wan derketin be.
Dîrokek heye, hatiye xilas kirin, gelek heye, bê henase hatiye hiştin, pêşerojek heye, hatiye reş kirin. Ez mecburim van bînim ber çavên xwe. Ev li ser min hate bar kirin. Min wêrek tî kir, ji bo min hatiye ecibandin ez ê layiq derbikevim. Raste navê min heye, hêza min heye, lê ez bi vê nayêm xapandin. Ez ê hewil bidim ku bi zanistiya rastiyan tevbigerim û encamê wê rast bînim. Serxistin û sernexistina min zêde negiringe. Serkeftinên min yê mezin hebe jî ez pir kêfxweş nabim. Wê ev şêwaz min mezin bike û bi jiyanî bike. Qandî min jiyanî bike wê ewqasî vî gelî jî bide jiyan kirin, him jî wê yeman bide jiyan kirin.”