Leyla Guven, 141 rojin bi armanca tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi dawî bibe di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye. Li Hewlêrê berxwedana Endamê HDP’ê Nasir Yagiz 128 rojin didome. Berxwedana li Strasbourga li Fransayê ya 14 Çalakgeran di roja 102’emîn de didome. Çalakiya koma yekem a girtiyên girtîgehên Tirkiye 103 rojin didome.
NAVENDA NÛÇEYAN – Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, 141 rojin bi armanca tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi dawî bibe di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye.
Çalakiya greva birçibûnê ya bêdawî û bêdorveger ku Hevseroka KCD’ê Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di 8’ê mijdara 2018’an de dest pêkir, hem li hundir û hem li derve belav dibe û berdewam dike. Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven a ji bo bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê 141 roj in didome. Li Hewlêrê berxwedana Endamê HDP’ê Nasir Yagiz 128 rojin didome. Berxwedana li Strasbourga li Fransayê ya 14 Çalakgeran di roja 102’emîn de didome. Çalakiya koma yekem a girtiyên girtîgehên Tirkiye 103 rojin didome. Piştî 1’ê Adarê bi hezaran girtî dest bi grevê kirin. Çalakiya Parlementerên HDP’ê Dersîm Dag 26 rojin didome. Çalakiya Parlementerên HDP’ê Tayip Temel û Murat Sarisaç 21 rojin didome. Di 25’ê Adarê de jî bi sedan siyasetmedarên kurd li pêş CPT ji bo 5 rojan ketin grevê û nobeta xwe berdewam dikin.
Îmam Şîş jî li Galler a Brîtanyayê deng daye vê berxwedanê û çalakiya wî jî 102 roj in didome. Çalakiya Yusuf Îba, li Torontoyê 76 roj, Mustafa Tuzak li Duîsburgê jî 75 roj, Husên Yildiz 70 roj, Hasbî Çakici 69 rojin di grevê de ye didome.
Li wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) çalakiya Fadîle Tok 68 roj, Şiyar Xelîl ê li Nurinbergê 64 roj, Cemal Kobanê û Omer Bagdur yên li Kasselê 59 roj, Şivan Agaogulu û Sultan Yigît ê li Paytexta Awusturya Viyana 54 roj, Mehmet Alî Koçar ê li ber neteweyên Yekbuyî ya Cenevê 37 roj, Nahîde Zengîn, Mehmet Saît Yilmaz û Alî Poyraz a li paytexta Ingilistan a Londonê 12 roj di girevê de ne. Herêm Mehmut 32 roj, Şeyma Ednan 24 roj, Gulebax Celal 9 roj in di grevê de ye.
Çalakiya Sedat Akin a li Êlihe 81 roj, Gurbet Ektîren a Dêrika Merdînê 71, ya Semra Alkan a Alîaga ya Îzmîrê 80 roj, Îhsan Sinmiş li Kuçukçekmece ya Stenbolê 30 roj in di greve dey e. Li bajarê Caglîarî ya Îtalya Erol Aydemir, li gundê Tatan ê navçeya Pênciwên a başûrê Kurdistanê jî Fatma Ehmed dest bi greva birçîbûnê kirine.