Koma Amara: Bi milyonan gelê me li ser piyane, gelek hevalên me di nava çalakiyan de ne. Ev berdewama vî rihî ye. Kesên wek Egîd an jî Zilan ku pêşengtî ji civakê re kirin dibin malê dîrokê û nayê jîbîrkirin, tune nabin.
QAMIŞLO – Ji bo pîrozbahiya serkeftina QSD- YPG û YPJ û bi wesîleya hefteya qehremantî di 28’ê Adarê li bajarê Qamişlo şahiyekî mezin ji aliyên YPG/YPJ & QSD hatiye li darxistin. Bi rêzdarî hemû şehîdên qehreman û şehîdên Şoreşa Rojavayê Kurdistan û Bakûr û Rojhilatê Sûriyê hatin bibîr anîn.
Wek mêvanên şahiyê Koma Amara jî bi stranên xwe tevlî bernameyê bûn. Piştî pîrozbahiyê endamên Koma Amara Bermal Çem û Arîn Cudî ji ajansa me Nûçe Ciwan re nêrînên xwe li ser têkçûna DAIŞ’ê û hefteya qehremantî ku bi şehadeta Komîtan Agîd û qehremanên ku di meha Adarê şehîd ketin ji aliyê Tevgera Azaadiyê wek hefteya qehremantî hatiye binavkirin anîn ziman.
Bermal Çem bi rêzdarî hemû Şehîdên şoreşê û bi taybet Şehîd Agîd di roja salvegera şehadeta wî de bi rêzdarî bibîr anî. Çem diyar kir ku tene bi gotinan ev Şehîdên qehreman nayên bibîr anîn, ku bîranîna wan her roj bi jiyanê re tê rêzdayin kirin. Çem bal kişand ku govendên şervana ku îro li ser pîrozbahiyê hatin girtin, di esasê xwe de xelekên azadiya gelên Rojhilata Navînin û hevdu tamamkirina vê şahî ji bo têkçûna DAIŞ û destpêka heftaya qehremantî derxist pêş.
Bermal Çem di berdewamî nirxandinên xwe wiha axivî:
“Rihê Egîdan di roja me ya îro jî hin didome, bi hezaran şopdarên vê xete ne. Hefteya lehengiyê wek kevneşopî îro jî tê ditîn. Bi milyonan gelê me li ser piyane, gelek hevalên me di nava çalakiyan de ne. Ev berdewama vî rihî ye. Kesên wek Egîd an jî Zilan ku pêşengtî ji civakê re kirin dibin malê dîrokê û nayê jîbîrkirin, tune nabin. Bi hezara sal jî derbas bibe, ew nayê jîbîrkirin, dikevin pelên dîrokê. Li ser vî esasî em her sal fermandar Egîd bi vî rihî bibîr tinîn, ji bo ku em vî rihê bi têkoşînê ne re bikin yek û bigihînin asta Şoreşê. Em ticar şehîd xwe wek bîraninekê ninin ziman, an jî tene ji bo rojekê bibîr ninin. Ew wek fikrek, ramanek hertim bi me re ye, û wek xetekê ye. Em jî îro wek şervanên vê xetê têkoşînê didin meşandin. Ev rihê fedaî, rihê PKK’yî, rihê têkoşer û berxwedêr ku hatiye avakirin, mirov zelal di xeta heval Egîd de jî dibînin. Îro em jî wek Koma Amara li qada şoreşê li Rojava tevlî pîrozbahiya QSD, YPG û YPJ’ê ya ji bo rizgarkirina Baxozê hate lidarxistin bûn. Ev rihê Egîd îro di vê pîrozbahiyê de bû, wek berdewamiya vî rihê ye. Zihniyeta desthilatar û dijminê gelê Kurd hertim dorpêçek daye avakirin, li dijî vê bi vî rihî hertim berxwedan hatiye meşandin. Ne tenê gelê Kurd tevahî gelê Rojhilata Navîn hertim li dijî desthilatdarên ku dixwazin bindestî li ser civakê ferz bikin di nava berxwedanê de ne û têkoşîn daye meşandin. Em jî îro di vê pîrozbahiyê de amadebûn û me jî ji govendên şervanan, ji moral û coşa wan hêz girt û moral wergirt. Ev govenda şervanên azadiyê bixwe wek jî xelekekê ku li derdora gerdûnê an jî cihanê hate pêşandin. Hestên pîrozin, bi wate ne, ji ber ku kêlî bi kêlî bi kedê û xwêdanê, bi keda şehîdan hatine avakirin. Di rojek wiha watedar de şahiyek wusa lidarixstin jî bi wate bû.”
Endamê Koma Amara Arîn Cudî jî anî ziman ku bi hatina wan a Rojava wan rihê şoreşa gelan li vir hembêz kirin: “Fikri û Ramana Rêber APO ku bi salan têkoşîn li Rojavayê Kurdistanê diki, îro gihîstiye astekî ku denge xwe li cîhanê belav dike. Em rizgarkirina Baxozê li hemû gelan pîroz û silav dikin. Felsefeya Rêber APO ev 20 salin li Rojavayê Kurdistanê belavbuye. Îro bi Şoreşa Rojava re bandora xwe li ser tevahî cihanê jî kiriye. Baxoz jî bi keda keç û xortên berxwedêder hate rizgarkirin. Em bi hêvî ne ku em ê Efrîn jî bi heman awayî rizgar bikin. Wek pîrozbahiya Baxozê em ê rizgarkirina Efrînê jî wiha pîroz bikin. Li ser vî esasî em berxwedana Baxozê jî silav û pîroz dikin.”