Li Swîsreyê Tevgera Ciwanên Şoreşger daketin qadan û tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan şermezar kirin.
SWÎSRE – Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Swîsreyê Olten, Bellinzona û Locarnayê daketin qadan û tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan şermezar kirin.
OLTEN
Li bajarokê Oltenê aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger çalakiyek li dar xistin û tecrîd şermrezar kirin. Di çalakiyê de pankartek bi nivîsa “Aktîvîstên Kurd li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ne” û wêneyên berxwedêrên çalakiyên fedayî kirin hatin hildan. Di çalakiyê de li ser tecrîdê û grevên birçîbûnê belavoka bi zimanê Elmanî hate xwendin û belavkirin.
LI KANTONA TICINOYÊ ÇALAKIYA ‘KOR-KER-LAL’
Li kantona Ticino ya ku bi zimanê Îtalyanî diaxive, li bajarên Bellinzona û Locarnayê bi çalakiya ‘ker-kor-lal’ işaret bi bêdengiya saziyên navneteweyî ya li pêşberî tecrîdê hate kirin.