Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven a ji bo bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê 142 roj in didome. Li Hewlêrê berxwedana Endamê HDP’ê Nasir Yagiz 129 rojin didome. Berxwedana li Strasbourga li Fransayê ya 14 Çalakgeran di roja 103’emîn de didome. Çalakiya koma yekem a girtiyên girtîgehên Tirkiye 104 rojin didome.
NAVENDA NÛÇEYAN – Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, 142 rojin bi armanca tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi dawî bibe di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye. Li girtîgehan jî girtî 104 roj in di grevê de nin.
Çalakiya greva birçibûnê ya bêdawî û bêdorveger ku Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di 8’ê mijdara 2018’an de dest pêkir, hem li hundir û hem li derve belav dibe û berdewam dike. Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven a ji bo bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê 142 roj in didome. Li Hewlêrê berxwedana Endamê HDP’ê Nasir Yagiz 129 rojin didome. Berxwedana li Strasbourga li Fransayê ya 14 Çalakgeran di roja 103’emîn de didome. Çalakiya koma yekem a girtiyên girtîgehên Tirkiye 104 rojin didome. Piştî 1’ê Adarê bi hezaran girtî dest bi grevê kirin. Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan jî çalakiya xwe berdewam dikin. Çalakiya Sedat Akin ê li Êlihe 83 roj, Gurbet Ektîren a Dêrika Merdînê 73, Semra Alkan a Alîaga ya Îzmîrê 82 roj, Îhsan Sinmiş ê li Kuçukçekmece ya Stenbolê 31 roj in di greve de çalakiya xwe li malê berdewam dikin.
Çalakiya Parlementerên HDP’ê Dersîm Dag 27 rojin didome. Çalakiya Parlementerên HDP’ê Tayip Temel û Murat Sarisaç 22 rojin didome. Di 25’ê Adarê de jî bi sedan siyasetmedarên kurd li pêş CPT ji bo 5 rojan ketin grevê û nobeta xwe berdewam dikin.
Îmam Şîş li Galler a Brîtanyayê deng daye vê berxwedanê û çalakiya wî jî 103 roj in didome. Çalakiya Yusuf Îba, li Torontoyê 77 roj, Mustafa Tuzak li Duîsburgê jî 76 roj, Husên Yildiz 71 roj, Hasbî Çakici 70 rojin di grevê de ye didome.
Li wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) çalakiya Fadîle Tok 69 roj, Şiyar Xelîl ê li Nurinbergê 65 roj, Cemal Kobanê û Omer Bagdur yên li Kasselê 60 roj, Şivan Agaogulu û Sultan Yigît ê li Paytexta Awusturya Viyana 55 roj, Mehmet Alî Koçar ê li ber neteweyên Yekbuyî ya Cenevê 38 roj, Nahîde Zengîn, Mehmet Saît Yilmaz û Alî Poyraz a li paytexta Ingilistan a Londonê 13 roj di girevê de ne. Herêm Mehmut 33 roj, Şeyma Ednan 25 roj, Gulebax Celal 10 roj in di grevê de ye.
Li bajarê Caglîarî ya Îtalya Erol Aydemir, li gundê Tatan ê navçeya Pênciwên a başûrê Kurdistanê jî Fatma Ehmed dest bi greva birçîbûnê kirine.