Qeyûm û namzetê AKP’ê yê ku Şaredariya Amedê dagirkiriye, Cumalî Atîlla ku wezîrê karên hundir ew wekî qeyûm tayînî şûna Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gulten Kişanak û Firat Anli kirin, bi rêya SMS peyam şand û deng xwest.
AMED – Qemûm û namzetê AKP’ê yê ku Şaredariya Amedê dagirkiriye, Cumalî Atilla, ligel ku li dijî zagonan e jî dîsa bi rêya SMS’ê peyam ji zêdeyî hezar karkerên ku ji kar dûr xistibûn re şand û deng xwest.
Qeyûm û namzetê AKP’ê yê ku Şaredariya Amedê dagirkiriye, Cumalî Atîlla ku wezîrê karên hundir ew wekî qeyûm tayînî şûna Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gulten Kişanak û Firat Anli kirin, bi rêya SMS peyam şand û deng xwest. Wezirê Karên Hundir di 2’ê Mijdara 2016’an de kayyum Cumali Atilla, tayînî şûna hevşaredaran kiribû. Piştre ji bo hilbijartina 31’ê Adarê bû namzetê AKP’ê yê Amedê. Atilla, hemû derfetên şaredariyê di xizmeta xwe de bikar tine. Qeyûm bi derfetên şaredariyê xebatan dimeşîne û SMS ji xebatkar û karkerên şaredariyê re dişîne ku dengan bidin wan. Qeyûm peyam ji karkerên ku ji kar avêtibûn re jî şand. Qeyûm bi peyamê xwest ku her kes dengê xwe bidin wî. Qeyûm ê 2,5 salin li dijî hiqûqê bûye şaredar û dîsa li dijî hiqûqê bi hezaran karker ji kar avêtine re jî peyam şand. Karkerê ku ji kar hatiye avêtin û peyam ji wan re hat şandin, bertek nîşan dan. Dema bertek nîşan dan û li şaredariyê geriyan santrala telefona şaredariyê kilit bû.