“Bi gelemperî faşîzm wek rejîma tirsê tê şayesandin. Rêya yekane ya ku wê li ser pê bigre jî êrîşkirina wê ye. Faşîzmek ku êrîşek domdarî nehewîne dê hilweşe. Dahûrîna sereke de faşîzim xwedî zîhnîyetek monîst e. Faşîzma ku hebûna xwe li ser tunekirina yên din ava dike, nijadperest, zayendperest, olperest e. Li gel vê îrrasyonel yanê deraqlî ye. Serxwemayîna rejîmek awha dijwar e. Zîhnîyeteka xwedî ewqas xirabî û nebaşîyan e kê/kî dê qebûl bike? Ger zihnîyetê qebûl bike jî encamên wek zordestî û pratîkên ji hevcihêker tu kes- ji bilî hin mirovên sextekar û berjewendperest pê ve- nikare bipejirîne, teswîb bike.
Rêya serxwemayîn û xweparastina zîhnîyetek ku ewqas li dijî civakê ye wek ku me diyar kir ji hev cihêkirin e. Bi jihevkirin/parçekirina civakan heta bi bihevberdana civakan dikare li pê bimîne faşîzm. Di vê kirinê de ji bo bikaranînê çar çekên sereke yên faşîzmê hene. Yek nijadperestî ye ku jê re net tê gotin. Bi parastina serdestdîtina neteweyek, biçûkdîtina neteweyên dîtir û pêşçavxistina wan, hîmên sereke yên vê zihnîyetê ne. Bi rêya bikaranîna hestên mirovên neteweyekê xwirtkirina egoya wan, xwestina dazanîna taybetîbûna ji neteweyên dîtir ya wê neteweyê jî taybetiyên vê zihnîyetê yên herî berçav in. Û helbet li gel vê kirinê danêrîşkirina heman neteweyê (ya ku egoya wê bi pesindana wê xwirt dike) ya li hember gelê din e jî.
Ya din jî wek ku hat derbirîn olperestî an jî mezhebperestî ye. Hevisandina danasîna baştirbûna ola wan ya ji olên dîtir, ji bilî ol û mezhebê wan neehilbûna yên din û derbirîna wan ya ji rê derketîbûnê(ji bo ol û mezhebên dîtir) jî ji hin nexweşîyên bingehînên vî hizrî ne. Zayendperestî dîyar e. Faşîzm dijminatiya jinbûnê ye. Tekparêzî ye. Yek rengîtî ye. Lê belê hebûna jinê ya li cihek hebûna renga ye. Li wê derê stuxwarnekirinek heye an jî mimkinî/potansîyelek ji serhildanê re amade. Ji ber ku faşîst vê yekê dizanin, binî egoya wan neteweyan zêdetir dadikin, mêranîbûna civak/neteweya wan bi wan didin bawer kirin. Rastîya nixamtî ya bin hevoka “her tirk leşker tê dinê” de jî ev e.
Wek xwe pêgirêdanek wan jî ev e ku nirxên bawerîya xwe pê tînin bi awayek korane diparêzin. Tiştên ku bi wan hatiye fêr kirin rastîya tekane dihesibînin û li hember kesên ne wek wan in dîtir êrîşbaz dibin. Heta ji bo guhertina fikr û ramanê wan kesan tevdigerin. Çawa ku di nakokîyên perwerdeyê ev yek tê dîtin ji xebatên hilberandina wekhevbûna mirovan jî bingeha vê hizrê dîyar dibe.
Me got faşîzm tekparêzî ye. Lê civak ji rengînîyê pêk tê. Civak piranîparêz e. Rengînbûna jîyanê pluralîstbûn û pirdeng bûn e. Lê rengê faşîzmê tenê û tenê reş e. Yanî tarî ye. Ku rastî ev e û ev rastî tenê rêyek dihêle ji faşîzmê re ku ew jî ÊRÎŞKIRINA WÊ YE. Wekî din faşîzm nikare serxwe bimîne.
Xulase, faşîzm mecbûre ku bi êrîşan civakan dîl bigre. Rêya vê jî bizdandina civakan e. Bi çoqandin/tirsandinan berdestkirina wan ji xwe re esas digre. Ger ku baldar bin em ê bibînin ku rêya herî bibandor ya faşîzmê xwestina avakirina şahînşahîya/împaratorîya tirsê ye. Faşîzmek ku şahînşahîyek ji tersê ava neke nikare serxwe bimîne. Kîngê û bi çi awayî çûyîna wê jî qet dîyar nîn e. Lewra dîrok jî daye nîşandan ku bi gelemperî hemû faşîst bi heman awa/miamele/rêbazên ku li ser civakê kirine ji holê rabûne. Yan hatine dardekirin, yan hatine şewitandin yan hatine gulebarankirin yan mal bi mal hatine gerandin û tu kirin li rûyê wan yan jî hatine mişext kirin/sirgun kirin. Bi kurtasî çûyîna wan wek emsalê kirinên wan bûye.
Rastî ev bi xwe ye. Ji ber vê ye ku ji faşîstan tirsanektir kes tune ye. Bila li êrîşkirina wan ya bê sînor neyê nêrîn di kurahîya gîyanî de hemû faşîst tirsanek in. Ewqas tirsanek in ku tehemûla wan ji rengek cuda re tune ye. Guhên wan ên ku karibin dengên din seh bikin karibin guhdar bikin jî tune ne.
Faşîst jî dizanin ku tehemûlkirinê carekê ya ji rengekê re dê bibe vejîna hemû rengên dîtirên xwezayê. Nêzîkbûna ber bi dengek din ve dê ji bilindbûna dengên dîtir re rê peyda bike. Û faşîzm jî dizane ku rêvebûna van dengan dê dawîya wê bi xwe be.
Ji ber vê faşîzm êrîş dike. Ji ber vê ye ku ji bo avakirina tirsê çi ji dest tê dike. Ji ber vê ye ku bi tirsê dixwazin hemû kesî biqutifînin û berdest bikin.
Faşîzm rejîmek wisa ye ku tenê yê li dijî xwe naçewisîne, naqutifîne. Dixwaze xwe berde nav rihê kesên wek qutufî xuya dikin lê nequtifîne jî.
Ger baldar be, mirovê bibîne ku faşîzm kesên bê deng dimînin jî qebûl nake. Bêdengî ji hêlekî ve wek qebûlkirinek be jî ji hêla din ve dibe ku ev li hember sekinîn/neqebûlkirinek be jî. Ji ber vê yekê faşîzm bêdengîyê jî qebûl nake. Rejîmeke ku ewqas xwedî tirsên gewre be helbet nikare li hember bêdengan jî nepejnker be. Ji bo dengdayîna her bêdengekî “ji bo xwe” dixwaze û bo ku ev xwestina wê biçe serî erîş dike. Heta ku faşîzm tirsê bi temamî serdest neke nikare bi ser tirsa xwe keve. Faşîzm wek netirsê bi tirs, wêrekê newêrek e. Ji bo ku tirsanekek tirsa xwe bitepisîne divê bawerîyê bi netirsîna xwe bîne. Rejîma Faşîzana ku baweriya wêreya xwe neke di eslê xwe de hebûna xwe hest nake û nikare xwe hest bike.
Divê bê zanîn ku tiştên me anî ziman tirsên hevparên hemû faşîstan in. Hemû faşîst newêrek in. Ji ber vê ye ku bi qasî wan kesî dikin qêrînî, dengê xwe bilind dikin tune ne. Çawa ku kesên wek faşîsta êrîşê kesek din dikin tune bin kesên wek faşîstan heqaretê li kesên dîtir dikin jî tune ne. Ger em faşîzmê bi zimanê Îslamî îfade bikin faşîzm rejîmek kufrê ye. Rejîmên kufrê rêjîmên newêrek in. Ji ber ku rejîmên tirsanek in dişibin kesên ji bo nîşandana wêrekî û netîrsîna xwe dema di ber goran de derbas dibin li fîfîkê dixin.
Bi awayek dizî û lezgîn derxistina cinazên hevrê yên Zilkif Gezen, Ayten Beçet, Zehra Saglam jî sedem ev e. Heqaretkirina bi tazîkirina meyîtê hevrê Ekin Van jî ev e. Sedemê girêdana cesedê Lokman Bildik û kaş kirina bi dû panzêran ve ev e.
Li Cizîrê piştî qetlkirina di jêrzemîna de şewitandina cinazeyan re sedem ev e. Ev e sedem qetlkirina Dayîkên Taybet li ser cadeyan.
Ev e sedemê dizîna meyîtên gerillayanê li goristanan.
Ev e bombekirina wan ya mezelan.
Ev e sedem êrîşkirina wan ya meşa alîgirên mangirtinan.
Ev e sedema xebatên êrîşkirina sîyaseta demokratîk.
Ev e qetl kirin û veşartina cinazeyan.
Aha ev e; FAŞÎZM.
Tirsîna mirîyan, ji mirîyan me, ji tirsîn xwe.
Bê asêmayîn û leqitîna êrîşên faşîstan, bêyî nêrîna qêrîn û dengên wan, bêyî nêrîna li tehdîdên wan, bihaybûn û zanîna tirsîna wan dema bi ser wan ve çûyînê ye êdî. Kesên ku dibên bi teqizin herin re bi siwarkirina ser guran li gel sirûda mehterî dema derxistina ji welat ê me ye.
Belê, divê em bizanin ku FAŞÎZM REJÎMA HERÎ NEWÊREK E! Bes em piçek wêrek bin û zanibin wêrekiya xwe bi dest bixin.”
Kasım Engin