Li ser Kolana Melîkahmet a li Navçeya Sûrê ya Amedê duh êvarê li ser hev teqîn pêk hatin. Hat zanîn ku komekê bi teqemeniyê çalakî biriye ser yek jê kulubeya ewlehiyê ya polîsên dagirker, marketek zincîr û rawestgeha otobusê.
AMED – Li Navçeya Sûrê li dijî yek jê kulubeya polîsên dagirker li 3 nokteyan çalakiyên teqemenî pêk hat.
Li ser Kolana Melîkahmet a li Navçeya Sûrê ya Amedê duh êvarê li ser hev teqîn pêk hatin. Hat zanîn ku komekê bi teqemeniyê çalakî biriye ser yek jê kulubeya ewlehiyê ya polîsên dagirker, marketek zincîr û rawestgeha otobusê. Di çalakiyan de kulubeya polîsên dagirker, rawestgeh û marketê xesar dîtin. Piştî çalakiyan gellek polîsên dagirker sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Polîsên dagirker li cihê bûyerê lêkolîn pêk anî û lêpirsîn da destpêkirin.