Tima Tolhildanê ya Şehîd Çiyager Hêvî çalakiyên ku li Stenbolê li dijî tecrîdakirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan pêk hatiye wek bîlancoya 3’ê mehan eşkere kir.
STENBOL – Tima Tolhildanê ya Şehîd Çiyager Hêvî çalakiyên ku li Stenbolê li dijî tecrîdakirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan pêk hatiye wek bîlancoya meha Çile, Sibat û Adarê eşkere kir.
Tima Tolhildanê ya Şehîd Çiyager Hêvî diyarkir ku di çalakiyên wan de tecrîd hatiyê şermezarkirin û berxwedanên çalakiyên grevên birçîbûnê hatine silavkirin. Timê da xuyakirin ku ew ê li dijî tecrîdê bi rihê berxwedanên grevên birçîbûnê hertim nava çalakiyan de bin.
Çalakiyên 3 mehan yê Tima Tolhildanê ya Şehîd Çiyager Hêvî wiha ye:
“*Di meha Çileyê 2 wesayitên faşîstan bi temamî hate şewitandin.
* Rêzmarketa bi navê ŞOK hate hedefgirtin. Li dijî şubeyek marketê çalakiya şewitandin pêk hat û şubeyê xesarek mezin dit.
* Di 21 û 23’ê Adarê li Stenbolê li gelek cihên cuda çalakiyên rê girtine pêk hat. Li ser riyê ku hatin girtin demdirêj timên me heqîmyeta xwe li ser çêkir.”