Di roja çaremîn a Mihrîcana Şehîd Yekta ya Şanoyê ya 4’emîn de, Koma Leylûn a Efrînê daket ser dike û bi şanoya xwe ya “Çiyayê Kurmênc” bal kişand ser kiryarên dagirkerên dagirkeran û Berxwedana Serdemê.
QAMIŞLO – Mihrîcana Şehîd Yekta ya Şanoyê ya 4’emîn ku bi dirûşmeya “Dengvedana Efrînê” ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê hatiye organîzekirin di roja xwe ya 4‘emîn de li ser dika şanoyê ya navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo didome.
Bi dehan şêniyên bajarê Qamişlo, rewşenbîrên û hezkiriyên şanoyê ji bo temaşekirinê amade bûn.
Di roja 4‘emîn a mîhrîcanê de Koma Leylûn a Efrînê şanoya xwe ya bi navê “Çiyayê Kurmênc” pêşkêş kir, nivîsî û derhêneriya şanoyê Mustefa û Raperîn Hesen e.
Şano balê dikşîne ser kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê, wekî polîtîkeyên qirkirina çand ji ferzkirina zimanê Tirkî li ser yên Kurdî, guhertina navê deveran bi navê Tirkî û guhertina demografiya herêmê.
Lîstokên şanoyê, sûcên dagirkeran li dijî jinan, girtin, êşkencekirina sivîlan, qutkirin û şewitandina daran û wêrankirina deverên dîrokî û pîrozgehan, li beramberî wê berxwedan û hêrsa gel a li hemberî dagirkeran nîşand dan.
Piştî bidawîbûna şanoyê beşdaran li çepikan xistin û dirûşmeyên “Bijî berxwedana Efrînê” û “Em ê li Çiyayê Kurmênc vegerin” beriz kirin.
Piştre jî der barê şanoyê de beşdaran nêrînên xwe anîn ziman. Hin beşdaran şano wekî şanoya Kurdî ya resen bi nav kirin û banga pêşxistina mîna rengên şanoyê kirin.