Xwendekaran careke din daxwaza mafên xwe yên xerca ji bo wan dihate dayîn kirin û diyar kirin ku wê sibe ji bo mafên xwe xwepêşandana bikin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Piştî krîza aborî ya li Başûrê Kurdistanê hikûmeta Herêma Başurê Kurdistanê alîkariya pere ya ji bo xerca xwendekaran didanê qût kir. Piştî qûtkirinê hata niha gelek caran xwendekarên Başûrê Kurdistanê bi çalakiyan daxwaz kirine ku carek din ev xerc were dayîn. Lê hîn daxwazên wan pêk nehatiye.
Li Silêmaniyê îro careke din xwendekaran li ber Wargeha Nû ya Zanîngeha Silêmaniyê çalakiyek lidar xistin û daxuyanî dan. Her wiha nûnerên çend rêxistinên sivîl jî beşdarî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de Berwar Teha daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de tê gotin ku serî li aliyên peywedîdar, Wezareta Darayî, Wezareta Xwendina Bilind û hemû komên partiyên li Parlamentoyê dane, lê bersiv nedane wan û ne gihîştine ti encamê.
Di daxuyaniyê de daxwaz tê kirin ku partiyên siyasî destê xwe ji nav zanîngehan û paymangehan bikêşin û aliyên peywendîdar daxwazên wan pêk bîne.
Xwendkaran diyar kirin ku wê ji bo standina mafên xwe bi israr bin û sibe di saet 10.00’an de li ber deriyê sereke ya Wargeha Nû ya Zanîgeha Silêmaniyê û di heman rojê de li Hewlêrê li ber Wezareta Xwendina Bilind xwepêşandanê bikin