Li Sêrtê di navbera cerdevan û erkdarên sindoqê yên HDP’î de niqaş derketin. Di niqaşan de polisekî ji parlamenterê HDP’ê Siddik Taş re got: “Tu ne wekîlê me ye. Tu wekîlê terorîstan e.”
SÊRT -Li Sêrtê avêtina dengan û çûyîna ser sindoqan didome. Li Dibistana Seretayî ya Halîde Kutlualp di dema dengavêtinê de di navbera cerdevan û erkdarên sindoqê yên HDP’î de niqaş derketin. Dema parlamenterê HDP’ê Sidik Taş ket navberê û xwest niqaşan rawestîne, polîsan bertek nîşan dan. Di niaşan de polisekî ji parlamenterê HDP’ê Siddik Taş re got: “Tu ne wekîlê me ye. Tu wekîlê terorîstan e.”
Piştî cerdevanan uniformayên xwe derxistin bûyer bi dawî bû.