Li 32 bajarên Bakurê Kurdistanê yên saet di 07.00’an de dengavêtinê dest pê kir, saet di 16.00’an de bidawî bû.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li 32 bajarên Bakurê Kurdistanê yên saet di 07.00’an de dengavêtinê dest pê kir, saet di 16.00’an de bidawî bû.
Piştî li hemû bajarên Bakurê Kurdistanê deng avêtin bi dawî bû, saet di 17.00’an de wê sindoq bên vekirin û jimartina dengan dest pê bike. Li tevahiya Bakurê Kurdistanê 57 milyon 58 hezar û 636 hilbijêr îro ji bo hilbijartina xwecihî di 194 hezar 390 sindoqan de dengên xwe bikar anîn.
Tirkiye ji bo hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê ku ji bo 5 salan rêveberên xwe yên herêmî hilbijêrin diçe ser sindoqan. Li 32 bajaran dengdayîn saet di 07.00’an de dest pê kir û saet di 16.00’an de bi dawî bû.
Li bajarên din ên Rojavayê Kurdistanê jî saet di 08.00’an de dengdayîn dest pê kir û wê saet di 17.006’an de bi dawî bibe. Di hilbijartinê de 57 milyon 58 hezar û 636 hilbijêr wê îro di ji bo hilbijartina xwecihî di 194 hezar 390 sindoqan de dengên xwe bikar bînin.
Li gorî biryara YSK’ê li Semsûr, Agirî, Artvîn, Çewlîg, Bedlîs, Amed, Xarpêt, Erzîngan, Dîlok, Gîresûn, Gumuşhane, Colemêrg, Qers, Meletî, Mereş, Mêrdîn, Mûş, Ordu, Rîze, Sêrt, Sêwaz, Trabzon, Dersim, Wan, Bayburt, Êlih, Şirnex, Erdexan, Îdir û Kîlîsê û li girtîgehên van bajaran saet ji 07.00’an ve degndayîn dest pê kir û saet di 16.00’an de bi dawî bû.
Li bajarên din jî saet di wê saet di 17.00’an de bi dawî bibe. Piştî li hemû bajarên Tirkiye dengdayîn bi dawî bibe wê saet piştî 17.00’an dê sindoqan vekin û jimartina sindoqan dest pê bike. Piştî saet 21.00’an ji wê weşana der barê hilbijartinê de serbest bibe.