Li bajarê Marsîlya yê Fransayê ciwanan li dijî tecrîda Îmralî çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xist.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li bajarê Fransa Marsîlyayê komeke ciwan li îstasyona trenê li dijî tecrîda Îmralî çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xist.
Ciwan ji bo protestokirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û xwedîderketina li berxwedana grevên birçîbûnê li hev civiyan û bi dirûşmeyan meşiyan. Di çalakiyê de bi hezaran belavok hatin belavkirin, dewleta Tirk hate teşhîrkirin. Ciwan piştre ber bi navenda Marsîlyayê ve meşiyan.
Ciwanan ji bo meşa roja Yekşemê saet 14:00’an ku li Qada Canebîereyê were lidarxistin, banga tevlîbûnê kirin.