Serokê YSK’ê Sadî Guven, daxuyanî da û diyar kir ku Namzetê CHP’ê Ekrem Îmamoglu 4 milyon û 159 hezar û 650 deng stend û Namzetê AKP’ê Bînalî Yildirim jî 4 mîlyon û 131 hezar û 761 deng stend.
STENBOL – Serokê YSK’ê Sadî Guven, daxuyanî da û diyar kir ku Namzetê CHP’ê Ekrem Îmamoglu 4 milyon û 159 hezar û 650 deng stend û Namzetê AKP’ê Bînalî Yildirim jî 4 mîlyon û 131 hezar û 761 deng stend. Guven, anî ziman ku Ekrem Îmamoglu di pêşbirga li Stenbolê de li pêş e û xwest daneyên YSK’ê ji aliyê hemû saziyên çapemeniyê ve bên parvekirin.
Li gorî daxuyaniya Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) Sadî Guven, der barê encama hilbijartinê ya ne teqez a Stenbolê daxuyanî da. Li gorî Guven Ekrem Îmamoglu, bi 27 hezar û 889 dengan li pêş Bînalî Yildirim e. Guven, diyar kir ku Ekrem Îmamoglu 4 milyon û 159 hezar û 650 deng û Bînalî Yildirim jî 4 milyon û 131 hezar û 761 deng stendine. Serokê YSK’ê Sadi Guven wiha got: “AA ne muşteriyê min e. Ji ber wê ez serwîsa agahiyan nakim. Bila li ser min polemikê çênekin. Heta niha me ji sedî 80 dane bi partiyên siyasî re parve kirin. Çiqas zelal bûye an nebûye nizanim. Ji ber ku pêvajoya îtîrazê heye. 84 sindoq ji ber îtîrazê dîsa di ber çavan re hatine derbaskirin. Lijneya Hilbijartinê ya Bajar wê di nava 2 rojan de biryarê bide. Hin ji wan dê li wir biryarê bidin. Yên bên YSK’ê hene. Pêvajoya li wir 3 roj in.”