Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di çalakiya 31’ê Adarê ya li Efrînê 3 leşkerên Tirk hatin kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn.
NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Rizgariya Efrînê çalakiya duh ya li Efrînê li xwe girt û têkildarî çalakiyê daxuyaniyek nivîskî weşand.
HRE’ yê got; “31’ê Adarê şervanên me li dijî baregeha artêşa Tirk a dagirker ya li gundê Meryemînê a bi ser navçeya Şera ya Efrînê çalakiyek li dar xistin. Di encama çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin û 3 leşker jî bi giranî birîndar bûn.”