Tevgera Xwendekarên Demokratîk bi boneya Rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 4’ê Nîsanê belavok belav kirin.
HESEKÊ – Tevgera Xwendekarên Demokratîk û bi alîkariya Xwendakarên Zanîngehên cuda bi boneya Rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 4’ê Nîsanê belavok belav kirin.
Di 4’ê Nîsanê wê li bajarê Hesekê li Stadyuma Mezin şahiya serkeftinê ya Ciwanan pêk were. Ciwanên ji Bakur û Rojhialtê Suriyê wê beşdarî vê şahiyê bibin. Şahiyê de wê hunermend Cewad Merwanî, Serhado, Rêber Wahîd, hunermendên mêvan Koma Cudî, Koroya Erka Xwe Parastinê û hunermendê Suprîz derkevin ser dikê.
Şahî di 4’ê Nîsanê saet 11:00’an li Stadyuma Mezin ya Hesekê tê li darxistin.