Cenazeyê Yonca Akinci ya ji bo tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan şermezar bike dawî li jiyana xwe anî, piştî otopsiyê birin Agiriyê.
ÎZMÎR – Yonca Akinci ya bi îdîaya “Endama rêxistinê” li Girtîgeha Jinan a Şakranê 4 salin girtî ye, bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar bike di 29’ê Adarê de çalakî pêk anî. Akici ku bi giranî birîndar bû û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çîglî di 1’ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest da. Piştî otopsiyê cenazeyê Akinci şandin Agiriyê. Akinci ku di 1’ê Adarê de ketibû greva birçîbûnê duh jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wê piştî rapora satiya Tipa Edlî şandin Agiriyê.
5 KESAN JIYANA XWE JI DEST DABÛ
Heta niha bi armanca tecridê şermezar bikin Medya Çınar (24) di 25’ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê, Zulkuf Gezen (33) di 17’ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa F-2 a Tekîrdagê, Ayten Beçet (24) di 23’ê Adarê de li Girtîgeha Gebzeyê, Zehra Saglam (23), di 24’ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa T a Oltu ya Erziromê çalakî pêk anîbûn û jiyana xwe ji dest dabûn.
Li Bajarê Krefeld ê Almanya jî di 20’ê Sibatê de Ugur Şakar, bedena xwe dabû ber agir û di 22’ê Adarê de jiyana xwe ji dest dabû.