Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, 146 roj in bi armanca tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi dawî bibe di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye. Li girtîgehan jî girtî 108 roj in di grevê de ne.
NAVENDA NÛÇEYAN – Çalakiya greva birçibûnê ya bêdawî û bêdorveger ku Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di 8’ê mijdara 2018’an de dest pêkir, hem li hundir û hem li derve belav dibe û berdewam dike. Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven a ji bo bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê 146 roj in didome. Li Hewlêrê berxwedana Endamê HDP’ê Nasir Yagiz 133 roj in didome. Berxwedana li Strasbourga li Fransayê ya 14 Çalakgeran di roja 107’emîn de didome. Çalakiya koma yekem a girtiyên girtîgehên Tirkiye 108 roj in didome. Piştî 1’ê Adarê bi hezaran girtî dest bi grevê kirin. Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan jî çalakiya xwe berdewam dikin. Çalakiya Sedat Akin ê li Êlihe 87 roj, Gurbet Ektîren a Dêrika Merdînê 77, Semra Alkan a Alîaga ya Îzmîrê 86 roj, Îhsan Sinmiş ê li Kuçukçekmece ya Stenbolê 35 roj in di greve de çalakiya xwe li malê berdewam dikin.
Çalakiya Parlementerên HDP’ê Dersîm Dag 31 rojin didome. Çalakiya Parlementerên HDP’ê Tayip Temel û Murat Sarisaç 26 rojin didome. Îmam Şîş li Galler a Brîtanyayê deng daye vê berxwedanê û çalakiya wî jî 107 roj in didome. Çalakiya Yusuf Îba, li Torontoyê 81 roj, Mustafa Tuzak li Duîsburgê jî 80 roj, Husên Yildiz 75 roj, Hasbî Çakici 74 rojin di grevê de ye didome. Li wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) çalakiya Fadîle Tok 73 roj, Şiyar Xelîl ê li Nurinbergê 69 roj, Cemal Kobanê û Omer Bagdur yên li Kasselê 64 roj, Şivan Agaogulu û Sultan Yigît ê li Paytexta Awusturya Viyana 59 roj, Mehmet Alî Koçar ê li ber neteweyên Yekbuyî ya Cenevê 42 roj, Nahîde Zengîn, Mehmet Saît Yilmaz û Alî Poyraz a li paytexta Ingilistan a Londonê 17 roj di girevê de ne. Herêm Mehmut 37 roj, Şeyma Ednan 29 roj, Gulebax Celal 14 roj in di grevê de ye.