Xwendekarên Peymangeha Teknîka a Kelarê ji bo carek din xerca ji bo xwendekaran dihat dayîn vegere, çalakiyek lidarxistin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Piştî krîza aborî ya li Herêma Kurdistanê hikûmeta Herêma Kurdistanê alîkariya pere ya ji bo xerca xwendekaran didanê qût kir. Piştî qûtkirinê hata niha gelek caran xwendekarên Herêma Kurdistanê bi çalakiyan daxwaz kirine ku carek din ev xerc were dayîn. Lê hîn daxwazên wan pêk nehatiye.
Bi vê boneyê îro li navçeya Kelar a ser bi Germiyanê xwendekarên Peymangeha Teknîka a Kelarê çalakiyek lidarxistin. Xwendekaran xwestin sala 2019’an ji bo Kurdan bibe sala bereketê. Xwendekaran di çalakiyê de bang li hikumetê kirin daku daxwazên wan pêkbînin. Xwendekaran dan zanîn divê carek din pereyê ji bo xerca wan dihat dayîn vegere.