Li Bismilê êrîşa leşkerên dewleta Tirk a dagirker li hemberî Goristana şervanên YPG û gerîlayên HPG’ê, hate protestokirin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Rêxistina HDP’yê ya navçeya Bismil a Amedê êrîşa leşkerên dewleta Tirk a dagirker ya şeva 29’ê Adarê li dijî goristana ku şevanên HPG û YPG’ê ya li Taxa Kaniya Kurda, protesto kir.
‘DI DÎROKÊ DE TI HÊZAN TIŞTEKE WIHA NEKIRIYE’
Tevî dorpêça leşkerên Tirk, ligel rêveberên HDP û DBP’ê bi dehan kes çûne goristanê. Hevserokê HDP’ê Refaî Baran, li goristanê axivî û got, “Êrîşa li ser goristanên Kurdan pêk hatî, di dîrokê de ji hêla ti hêzan ve nehatiye kirin, ti zordaran tişteke wiha nekiriye. Van goran fişek berê ti kesî nedane. Malê ti kesî desteser nekirine. Ev gel sivîl e û zarokên vê derê ne. Sûcê wan tenê ew e ku Kurd in û li ser kêlikên gora zarokên xwe nav û agahiyên wan bi Kurdî nivîsîne. Tehemula vê hişmendiyê ji rastiya vî gelî re nîne.”
Baran, êrîş şermezar kir û peyama, “Gel wê firewn û dîktatorên vê heyamê jî têk bibe” da.