Jinên Ciwan ên Azad dîmenên çalakiyên xwe yên dawî kom kirin û derbarê çalakiyên xwe de dimenek amade kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Di vê miha berxwedanê de gelê Kurd û hemû dostên Tevgera Azadiyê ser piyan in ji bo ku bal bikşînin ser 7000 çalakvanên ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ketine gireva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de.
Daxwaza hemû çalakvanên greva birçîbûnê ew e: Ku her kes xwedî li Azadiya Rêberê Gelan Abdullah Öcalan derkeve û tevlî vê berxwedanê bibin, bi taybet rolekî mezin dikeve ser milên hemû Ciwanan de, û Rêxistina Jinên Ciwan ên Ewrûpa, Jinên Ciwan ên Azad.
Em jî wek Jinên Ciwan bi çalakiyên xwe carekî din dixwazin şehîdên pêvajoya “Tecrîdê Bişkînin, Faşîzmê Hilweşînin, Kurdistanê Azad Bikin” û Şehîd Ümit Acar bi bîr tînin. Li 27’ê Îlonê heval Ümit Acar şehîd ket, li 17’ê Adarê heval Zülküf Gezen şehîd ket, 22’ê Adarê heval Uğur Şakar şehîd ket (çalakiya xwe 20’ê Sibatê pêk anî bû), 23’ê Adarê heval Ayten Beçet şehîd ket, 24’ê Adarê heval Zehra Sağlam şehîd ket, 25’ê Adarê heval Medya Çinar şehîd ket û herî dawî li 1’ê Nîsanê heval Yonca Akici şehîd ket (çalakiya xwe li 29’ê Adarê pêkanîbû).
Li ser vê esasî JCA dîmenên hemû çalakiyên xwe yên li giştî Ewrûpa pêk hatin kom kir û dîmenek nû amade kir.