YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî 11 şervanên ku li Serêkaniyê şehîd bûbûn bi bîr anî.
NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî 11 şervanên YPG-YPJ’ê li Serêkaniyê şehîd bûbûn bi bîr anî. YPG’ê di daxuyaniya nivîskî de got, ”Em hemû şehîdên xwe yên qehreman ku serkeftina mezin bi binxistina DAÎŞ’ê diyarî me kirine bi rêzdarî bibîr tînin. Em ê wan nirxên ku şehîdên me bi canê xwe ve ava kirine heya dawî biparêzin û soza bilindkirina têkoşîna wan didin.”
Di daxuyaniyê de hate gotin şervanên YPG-YPJ’ê ”Agir, Devrim, Enter, Êrîş, Kendal, Ozlem, Rûstem, Şoreş, Viyan, Welat û Yaşar jî parêzvaniya vê şoreşê kirine û di çeperên Serêkaniyê de şehîd ketine.”
Daxuyaniya YPG’ê wiha ye:
”Welatê Kurdistanê ku di hemû demê dîrokê de ku hertim şer berdewam kiriye û berê hêzên dagirker li wir bûye. Hêzên qirker ku dixwestin bibin xwedî mal û milkên Kurdistanê û her tim li hemberê welatê me di nav êrîşan de ne di aliyê din de jî armanca wan a herî mezin bi polîtîkayên xwe a tunekirinê ve gelê Kurdistanê ji qirkirinê re derbas bikin. Lê belê li hember van êrîşên dijmin a qirkirinê gelê me her tim di nav têkoşînê de bûye. Gelê Kurdistanê jiyana herî bê rûmetî ku ji bo wan layik hatiye dîtin, bi awayek tûj red kiriye û vînên xwe yên azadiyê her tim parastine.
Hêviya rizgariya gelekî, hertim zarokên xwe yên ku bi welatê xwe û gelê xwe re girêdayî a ji nav wan derketine ye. Gelê me yên Rojava jî bi rêbertiya fikrê azadiyê ku di van axan de mezin bûye xwe rêxistin kirine û îro jî şoreşek herî mezin di dîroka cîhanê de, şoreşa Rojava pêk anîne. Bi vê ve ev şoreş bûye şoreşekî bi dayîna nirxên mezin û bidestxistina nirxên mezin. Bêguman avakerên vê şoreşê jî ew şehîdên ku li hember dijminê hov û qirker şer kirine û şûna jiyana bêrûmet mirineki birûmet ji xwe re hilbijartine û gelê me yên ku bi kedên xwe yên mezin ligel şervanên xwe bûne ye.
Yek ji van berxwedanan jî di sala 2015’an de li bajarê me yê Serêkaniyê û gûndên derdora wê de di pêvajoya herî hov a çeteyên DAIŞ’ê de hatiye dayîn. Di nav vê berxwedanê de bi dehan gelê me yê Bakurê Kurdistanê ku bi rihê seferberiyê tevlî şoreşa Rojava bûne û di eniyên cûda de şehîd ketine. Bi vê rihê seferberiyê rêhevalên me Agir, Devrim, Enter, Êrîş, Kendal, Ozlem, Rûstem, Şoreş, Viyan, Welat û Yaşar jî parêzvaniya vê şoreşê kirine û di çeperên Serêkaniyê de şehîd ketine.
Em hemû şehîdên xwe yên qehreman ku serkeftina mezin bi binxistina DAIŞ’ê diyarî me kirine bi rêzdarî bibîr tînin. Em ê wan nirxên ku şehîdên me bi canê xwe ve ava kirine heya dawî biparêzin û soza bilindkirina têkoşîna wan didin.”
Li gorî daxuyaniya YPG’ê nasnameya şehîdan wiha ye;
Nasnav: Agir Cegerxwîn
Nav û Paşnav: Sînan Başboga
Navê Dayik: Turkan
Navê Bav: Hesen
Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn
Cih û Demê Şehadetê: Serêkaniyê / Gundê Menacîr / 9’ê Adarê 2015’an
***
Nasnav: Devrîm Tilora Gever
Nav û Paşnav: Semîh Derînsu
Navê Dayik: Nuriye
Navê Bav: Velî
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Cih û Demê Şehadetê: Serêkaniyê / 8’ê Adarê 2015’an
***
Nasnav: Enter Ciwan
Nav û Paşnav: Musa Barak
Navê Dayik: Naîme
Navê Bav: Abdullah
Cihê Jidayikbûnê: Mersîn
Cih û Demê Şehadetê: Serêkaniyê / Gundê Til Hilo / 16’ê Adarê 2015’an
***
Nasnav: Êrîş Torî
Nav û Paşnav: Muammer Şîmşek
Navê Dayik: Selîme
Navê Bav: Mehmet
Cihê Jidayikbûnê: Êlih
Cih û Demê Şehadetê: Serêkaniyê / Gundê Til Hilo / 10’ê Adarê 2015’an
***
Nasnav: Kendal Başkale
Nav û Paşnav: Hemze Durmuş
Navê Dayik: Încî
Navê Bav: Kazim
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Cih û Demê Şehadetê: Serêkaniyê / 8’ê Adarê 2015’an
***
Nasnav: Ozlem Gever
Nav û Paşnav: Cevahîr Aydogan
Navê Dayik: Rîhan
Navê Bav: Yusuf
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Cih û Demê Şehadetê: Serêkaniyê / Gundê Menacîr / 9’ê Adarê 2015’an
***
Nasnav: Rustem Farqîn
Nav û Paşnav: Fatîh Korkmaz
Navê Dayik: Songul
Navê Bav: Şaban
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Cih û Demê Şehadetê: Serêkaniyê / 8’ê Adarê 2015’an
***
Nasnav: Şoreş Agirî
Nav û Paşnav: Tanju Kaya
Navê Dayik: Sultan
Navê Bav: Fesîh
Cihê Ji Dayikbûnê: Agirî
Cih û Demê Şehadetê: Serêkaniyê / 10’ê Adarê 2015’an
***
Nasnav: Viyan Avareş
Nav û Paşnav: Merve Fatma Şeref
Navê Dayik: Yasmîn
Navê Bav: Nazim
Cihê Jidayikbûnê: Nevşehîr
Cih û Demê Şehadetê: Serêkaniyê / Gundê Menacîr / 9’ê Adarê 2015’an
***
Nasnav: Welat Farqîn
Nav û Paşnav: Îhsan Eryilmaz
Navê Dayik: Maşallah
Navê Bav: Mehmet
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Cih û Demê Şehadetê: Serêkaniyê / Gundê Menacîr / 9’ê Adarê 2015’an
***
Nasnav: Yaşar Berfîn
Nav û Paşnav: Mehmet Şerîf Aşkan
Navê Dayik: Hediye
Navê Bav: Mehmet
Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn
Cih û Demê Şehadetê: Serêkaniyê / Gundê Menacîr / 9’ê Adarê 2015’an