Li Wêranşarê HDP’ê îtîraz li encamên hilbijartinê kir

HDP îtîraz li encamên hilbijartinê ya Wêranşarê kir, ku li gorî encamên ne fermî AKP bi 757 dengan li pêş HDP ye. Li navçeyê 6 hezar û 607 deng, şewitî hatibûn hesibandin.

NAVENDA NÛÇEYAN – Li Wêranşarê ya Rihayê li gorî encamên ne fermî namzetê AKP’ê 37 hezar û 330 deng standine û namzetên hevşaredariyê yên HDP’ê jî 36 hezar û 573 deng.

Namzetên Hevşaredariyê yên HDP’ê îtîraz li van encaman kirin û serî li Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê dan.

Nivîsa Pêş