Li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li Parîsê çalakî pêk anî.
PARÎS – Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li Parîsê çalakî pêk anî. Jinên Ciwan û Ciwanên Parîsê li qada Châtelet les Halles kombûn û ji bo bal kişandina ser grevên birçîbûnê û li dijî tecrîdê çalakî pêk anîn. Ciwanan çavê xwe, guhê xwe û devê xwe girtin û bi vî awayî bêdengiya dewletên navnetewî protesto kir.
Di çalakiyê de ciwanan pankarta bi weneyên çalakvanên greva birçîbûnê yên Strasbourgê û bi nivîsa “Tecrîdê bişikine, faşîzmê hilweşîne, Kurdistanê Azad bike” hildan.
Çalakî bi belavkirina belavokan bi dawî bû.