Polîsên dagirker ji malbatê re gotiye ji xeynî dê, bav, xwişk û birayan ew ê nehilin kesên din tev li merasîma cenaze bibin.
MÊRDÎN – Polîsên dagirker, ji malbata Sîraç Yuksek ku li dijî tecrîdê çalakiya fedayî pêk anî, ragihand ku ji xeynî dê, bav, xwişk û birayan ew ê nehilin kesên din tev li merasîma cenaze bibin.
Cenazeyê Sîraç Yuksek ku li Girtîgeha Jimare 2 a Tîpa T a Osmaniyeyê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan çalakiya fedayî pêk anî, ji bo li Nisêbînê bê veşartin ji Morga Saziya Tiba Edlî ya Edeneyê hat girtin.
Wê cenazeyê Yuksek li Goristana Yenî Morrîs bê veşartin. Hat diyarkirin ku wê nehêlin wesayîta cenaze têkeve nav bajêr. Her wiha hat hînbûn ku polîsên dagirker ji malbatê re gotiye ji xeynî dê, bav, xwişk û birayan ew ê nehilin kesên din tev li merasîma cenaze bibin.