Çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û ne dorveger a Leyla Guven ku li dijî tecrîda li Îmraliyê daye destpêkirin di roja 147’an de berdewam dike.
NAVENDA NÛÇEYAN – Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 147’an de berdewam dike. Leyla ya ku di 25’ê Çileyê de ji girtîgehê hat tahliyekirin çalakiya xwe li mala xwe ya li taxa Bagcilar a Baglarê berdewam dike. Serdanên ji bo Leylayê berdewam dikin û dorpêça polîsan a li ber mala wê jî berdewam e.Piştî Leylayê bi heman daxwazê li Herêma Federal a Kurdistanê çalakiya Nûnerê HDP’ê Nasir Yagiz di roja 134’an de, Li strasbourgê 14 kes û li Gallerê ya Îmam Şîş di roja 108’yê de ye. Ya Endama Meclisa Îştar Fadîle Tok di roja 74’an de, ya Hevseroka DBP’ê ya berê Sebahat Tuncel û ya parlamentera DHP’ê ya berê Selma Irmak ku li girîtgehê dane destpêkirin di roja 78’yan de û li bajarê Toronto yê Kanadayê çalakiya Yusuf Îba ku daye destpêkirin di roja 81’an de berdewam dike. Her wiha Çalakiya girtiyên di greva birçîbûnê de ya koma yekemîn di roja 109’yemîn de û çalakiya girtiyan ji 1’ê Adarê şûnde li hemû girtîgehan belav bû.
Çalakiya grevê ya parlamenteran
Li avahiya HDP’ê ya bajêr çalakiya grevê ya parlamenteran didome. Çalakiya ku parlamentera HDP’ê Dêrsim Dag di 3’yê Adarê de da destpêkirin û ya Parlamenterên Wanê Tayîp Temel û Murat Sarisaç ku di 8’ê Adarê de dest pê kirin jî berdewam dike. Li gel endamên partiyê Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ogezer ku piştî êrîşa li ser avahiya HDP’ê hatin giritin, endamê partiyê Yusuf Ateş ku hat binçavkirin jî hat girtin.
Kesên hatin tahliyekirin li malê çalakiyê berdewam dikin
Sedat Akin ê ku li Girtîgeha Erzîcan a Tîpa T dest bi grevê kiribû piştî ku hat tehliyekirin çalakiya xwe li malê di roja 87’emîn de berdewam dike. Gurbet Ektiren a ku di 15’ê çileyê de dest bi çalakiya grevê kir û hat tahliyekirin jî ji 8’ê Adarê de çalakiya xwe li mala xwe ya li Dêrika Mêrdînê berdewam dike di roja 78’an a greva birçîbûnê de ye. Girtiya bi navê Yonca ku ji 1’ê Adarê de li girtîgeha Şakranê ya Tîpa T di greva birçîbûnê de bû di 29’ê Adarê de dawî li jiyana xwe anî. Rayedarên nexweşxaneyê duh li malabata Yoncayê bi telefonê geriyan û gotin ku keça we jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Yonncayê di serî de birin Enqereyê û ji wê jî birin Erziromê. Cenzaye ji Erziromê ji aliyê malbatê ve hat girtin û li gundê Burunbulak ê Tutaxa Agiriyê hat definkirin.Li Girtîgeha Osmaniye ya Tîpa T jî Siraç Yuksek ê ku dawî li jiyana xwe anî jî cenazeyê wî berê vê sibehê li Nisêbînê hat definkirin