NAVENDA NÛÇEYAN – HRE`ê bi daxuayniyê diyar kir ku hêzên wan li gundê Kefer Xaşir ê Ezazê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakiya sabotajê lidar xistin û di encama çalakiyê de çeteyek hat kuştin û 2 çete birîndar bûn.
Daxuyaniya HRE`ê wiha ye:
“Di 1’ê Nîsanê de şervanên me li dijî kombûneke çeteyan ya bi navê El Cebhet El Şamiye li derdora gundê Kefer Xaşir a herêma Ezazê çalakiyek sabotajê lidar xistin. Di encama çalakiyê de 1 çete hat kuştin û 2 çete jî birîndar bûn.”