PAJK’ê: “4’ê Nîsanê roja vejîn û azadiyê ye”

PAJK’ê diyar kir, “Rojbûna Rêberê me ku bû wesîleya azadiyê rojbûna me hemûyan e. Herî zêde rojbûn û afirandina jinan e. Bi vê wesîleyê, em 4’ê Nîsanê roja vejîn û azadiyê li Rêberê xwe û mirovahiyê pîroz dikin.”

NAVENDA NÛÇEYAN – Koordînasyona PAJK’ê bi wesîleya 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniya PAJK’ê de hate gotin, “Em bi pêngaveke mezin a berxwedanê ya li dora Rêbertî dest bi rojbûna 70’î ya Rêberê xwe dikin. Rojbûna Rêberê me ji bo gelên Kurdistanê û jinan rojbûneke nû û roja azadbûnê ye. Em, milîtanên Rêberekî ku xwe timî ji nû ve diafirîne, vê rojbûnê, hebûnê û jiyanê gelekî bi wate dibînin, vê rojê li jinan û gelan hemûyan, li her kesî pîroz dikin.”

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Rojbûna Rêberekî eger rojbûna gelekî be, eger rojbûna jinan be hingî bersiva herî watedar ew e ku bi têkoşîn û berxwedanê bê pêşwazîrkirin.” Koordînasyona PAJK’ê diyar kir, “Berxwedana ku Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêbertî bi rexnedayinê dest pê kir, xwedî wateyeke mezin e. Pêngava bidawîkirina tecrîdkirina Rêbertî bi pêngaveke mezin a berxwedanê didome. Em şehîdên xwe Ûgûr Şakar, Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Zehra Saglam, Medya Çinar, Yonca Akici û Siraç Yuksek bi rêzdarî û minet bi bîr tînin ku tecrîdkirina Rêberê me qebûl nekirin û çalakî kirin. Bi azadiya Rêberê xwe em ê xwedî li bîranîna wan derkevin. Me beriya niha dabû xuyakirin ku divê hevrêyên me yên li zindanan çalakiyên bi vî rengî yên fedayî nekin û em vê banga xwe dubare dikin. Em bang li gelê xwe û hêzên demokrat hemûyan dikin ku xwedî li van çalakî û berxwedana li zindanan derkevin û ji bo azadiya Rêberê me têkoşînê geş bikin.”

Di daxuyaniya PAJK’ê de işaret bi van xusûsan hate kirin:

“Rêberê me qibleya me ya azadiyê ye ku em berê xwe didin wê. Ramanê azad, îradeya azad, mirovê azad e. Bi navê Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê, em pêşketin û serketina xwe deyndarê Rêberê xwe ne. Têkoşîna ji bo Rêberê me ku rêya me ya azadiyê dixemilîne û hêviya me zindî dike, wezîfeya me ya bingehîn û sedema me ya hebûnê ye. Heta ku Rêbertî azad nebe, nepêkan e ku gelê me û em azad bibin. Dîlgirtina Rêbertî dîlgirtina gelê Kurd e, tecrîdkirina Rêbertî tecrîdkirina gelê me ye. Rêberê me ku afirînerê azadiya jinê ye û hevrêyê herî mezin ê jinan e, heta ku azad nebe nepêkane ku bêhn bê ber me jinan.

Em zanin ku tecrîd ne pêkanîneke ku dema dawî ketiye meriyetê. Ji destpêka pêvajoya Îmraliyê ve tecrîd û sîstema dîlgirtinê ya taybet li dijî Rêberê me tên kirin. Tecrîd û mercên dîlgirtinê salên dawî hatine şidandin. Rejîma faşîst dixwaze sînor bixe navbera me û Rêberê me, bi kûrkirina tecrîdê re dixwaze têkiliyên me qut bike. Ji bo nêrînên Rêberê me negihêje gel û me, çi jê tê dike. Lê belê Rêberê me li Îmraliyê, gelê Kurd û gerîla jî li çiyê li dijî vê yekê li ber xwe didin. Kes wê nikaribe bi vê berxwedanê û rejîma faşîst wê nikaribe pêşî li azadiya Rêberê me bigire.

Gelê me û rêxistina me bi rengê seferberiyeke topyekûn ji bo azadiya Rêberê me û bidawîkirina tecrîdê ketine nava pêvajoyekê. Berxwedana me ya li dora Rêberê me, berxwedaneke topyekûn a gel, jinan û ciwanan e. Grevên birçîbûnê ku bi pêşengiya jinên Kurd dest pê kir, nîşan didin ku em hînî mercên dîlgirtinê yê Rêberê xwe nebûne, em ê bi vî rengî nejîn û heta tecrîdkirina Rêberê me bi dawî bibe û Rêberê me azad bibe em ê têkoşîna xwe bi xurtî bimeşînin. Tasfiyekirina sîstema Îmraliyê bi temamî, jiholêrakirina faşîzmê û afirandina azadiyê armanca me ya bingehîn e.

Ev rojbûna ku bû wesîleya hewldanên Rêberê me yên ji bo azadiyê, rojbûna me hemûyan e. Herî zêde rojbûn û afirandina jinan e. Bi vê wesîleyê, em 4’ê Nîsanê roja azadî û rojbûna nû ya jinan û gelê Kurd e, li Rêberê xwe û mirovahiyê pîroz dikin.

Yên ku ji dil azadiyê dixwazin û di oxira wê de têdikoşin, wê xwe bigihînin Rêbertî û teqez azad bibin.”

Nivîsa Pêş