Gerîlayên HPG/YJA-Star li Çelê li dijî leşkerên dagirkeriya Tirk çalakiyek li darxistin

Gerîlayên HPG/YJA-Star li Çelê li dijî leşkerên Tirk çalakî li dar xist. HPG’ê got di çalakiyê de li çeper û baregehên artêşa Tirk hate xistin.

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiya gerîla ya 2’ê Nîsanê ya li navçeya Çelê ya Colemêrgê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê di daxuyaniyê de got;

“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de roja 2’ê Nîsanê saet 13:30’an li dijî leşkerên TC’ê ya dagirker ku li girê Şehîd Bager û Koordîne yên navçeya Çelê ya Colemêrgê bi cih bûbûn, çalakiyek li dar xist. Bi awayekî serketî li çeper û baregehên dijmin ên li gir hate xistin, hejmara kuştî û birîndaran nehate tespîtkirin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi topên obus û hawanan bi rêk û pêk herêm bombe kiriye.

Nivîsa Pêş