KCK: “Em têkoşînê geş bikin, tecrîdê bişkînin û faşîzmê hilweşînin”

KCK: Em bang li gelê xwe û hêzên demokrasiyê dikin ku di 4’ê Nîsanê de tecrîdê hilweşînin, têkoşîna li dijî faşîzmê geş bikin û berpirsyariya xwe ya li hemberî Rêber Apo bi cih bînin.

NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê got ku “Em 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo li hemû gelê Kurd, li gelên Rojhilata Navîn û li mirovayetiyê pîroz dikin.”

Di daxuyaniya KCK’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Jidayîkbûna Rêber Apo bûye sedem ku gelê Kurd çavê xwe li cîhanê veke. Rojbûna Rêber Apo gelê Kurd li Rojhilata Navîn kiriye hêza demokratîk a herî bingehîn û tê wateya vejîna nirxên li Rojhilata Navîn. Rojbûna Rêber Apo bûye vejîna jinan. Rêber Apo di jiyana xwe de ji bo civakan jiyaye.

Rêber Apo dîroka Kurdan û dîroka Rojhilata Navîn guherandiye. Ji ber vê jî xebatên girîng di jiyana xwe de ava kiriye. Rêber Apo bi vê re ji her kesî re bûye mînak.

Rêber Apo îro di şertên herî giran de û di bin tecrîdeke mezin de her kêlîka jiyana xwe ji bo civak û mirovayetiyê dijî. Vê jiyan û felsefeya Rêber Apo Kurd rakiriye ser lingan û kiriye gelekî ku ji bo azadiya xwe şer dike.

Di sala 1998’an de li dijî Rêber Apo komployeke navneteweyî hatiye kirin û li hemberî vê komployê gelê Kurd, jin û ciwanan bi şîara ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ li dora Rêber Apo bûne xeleqeke ji agir. Ji dehan Kurdan ji bo Rêber Apo xwe feda kiriye. Îro jî ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo bi hezaran fedaiyan li ser xeta Rêber Apo dest bi berxwedanê kiriye. Leyla Guven, girtiyên di zindanan de û rêhevalên li Ewropayê ji bo deynê xwe yê li hemberî Rêber Apo bidin, xwe feda dikin.

Di rojbûna Rêber Apo de berxwedana çalakiyên greva birçîbûnê geştir bûye û ev têkoşîn zêdetir dibe. Gelê Kurd hêrsa xwe zêdetir dike û xwe ji serhildanên mezin re amade dike.

Em bang li gelê xwe û hêzên demokrasiyê dikin ku di 4’ê Nîsanê de tecrîdê hilweşînin, têkoşîna li dijî faşîzmê geş bikin û berpirsyariya xwe ya li hemberî Rêber Apo bi cih bînin.”

Nivîsa Pêş