Ji bo beşdarbûna girseyî yên şahiyê re endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Kobanê li dibistanên lîseyê û Zanîngeh geriyan û banga beşdarbûnê ji ciwanan kirin.
KOBANÊ- Ji 2015’an ve tecrîdekî giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan heye. Di bin vê tecrîdê de gelê Kurd û ciwanên Kurd bi her rêyê xwedî li Rêberê xwe derdikevin û ji bo tecrîd were şikandin çalakiyan li dar dixin.
Di vê çarçoveyê de li Rojavayê Kurdistanê li Qantona Hesekê ji rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di 4’ê Nîsanê ango sibê şahiyek ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Suriyê ve tê li darxistin. Tê payîn ku ji her derê Rojava û Bakurê Suriyeyê ciwan biherikin Hesekê û rojbûna Rêberê xwe pîroz bikin.
Ji bo beşdarbûna girseyî yên şahiyê re endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Kobanê li dibistanên lîseyê û Zanîngeh geriyan û banga beşdarbûnê ji ciwanan kirin. Her wiha ji xwendekar û mamosteyan re belavok hate belavkirin û yek bi yek bi ciwanan re taybetmendî û girîngiya rojê hate gotin.
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger di bangawaziyê de xwe de gotin ku “Rêber Apo ev 20 sale ji bo me di nav çar dîwaran de ye. Ji ber vê jî pêvîste em wek ciwan xwedî li Rêberê xwe derkevin û rojbûna Rêber Apo bi girseyî pîroz bikin.”