Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Helebê turnuvaya futbolê ya çîna ciwanan bi navê Cejnên Biharê (Newroz) destpê kir.
HELEB – Turnova li stada El-Şiqeyf bi tevlibûna bi dehan şênî û ciwan destpê kir.
Merasîma vekirinê bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Paşê endamê rêveber ê Buroya Werzîşê yê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Cîwar Mihemed û endamê rêveber ê Tevghera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Tolhildan Zerdeşt axivîn, vekirina turovayê li ciwan û tîmên werzîşî pîroz kirin.
Piştre maça yekemîn di navbera Tîma Ciwanan a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Tîma Cûdî ya girêdayî Buroya Ciwanan a Partiya Yekîtiya Demokratîk de destpê kir.
Maç biserketina tîma Ciwanan bi dawî bû.
Li gorî endamê Buroya Werzîşê Îhab Mistefa turnova dê heya du hefteyan berdewam bike.