Tê zanîn ku Rêber APO di malbatekî hejar de hatiye dinyayê, malbata Wî weke ku Bixwe jî tîne ziman, malbateke ku bikaribe gelek tiştan bide zarokên xwe nebûye. Di nava civaka gund de jiyana xwe domandine û hewl dane ku zarokên xwe jî di vê çarçoveyê de mezin bikin. Lê belê, tişta ku Rêber APO ji zarokên din ên gund cuda dike ew e ku hê di temenê xwe yê zarokatiyê de ketiye nava lêgerînan ku jiyana heyî nepejirîne û li hemberî vê yekê raweste.
“Dema ku mirov bi awayekî hûr û kûr li kesayet û şêwazê jiyana Rêber APO dinêre, mirov dibîne ku her ji zarokatiya xwe ve di nava têkoşînekî gelekî mezin de bûye. Rast e, her mirovek dema ku ji dayîk dibe, bi awayekî wekhev(biyolojîk) tê dinyayê. Ji ber ku ev bûyerekî asayî ye, ango hemû mirovahî bi vî şêwazî çavên xwe li dinyayê vekirî ne, dibe ku weke hikmekî giştî bê pejirandin. Lê belê, jiyana mirovan, şêwazê wî/wê, hal û rewşa ku tê de û lêgerîn, wî kesî ji mirovên din cuda dike û dibe wesîle ku ew mirov di nava jiyana mirovahiyê de bibe xwedî şûngehekî cihê. Li ser vî bingehî jiyana Rêber APO, şêwazê têkoşîna Wî û kesayeta ku avakirî bû wesîle ku bibe Rêberî gelekê. Weke mînak, gelek Rêber hene ku tenê Rêbertiya netewa xwe an jî partî û dewleta xwe dikin. Lê belê kesayetekî weke Rêber APO jî heye ku, tenê bi Rêbertiya partiya xwe, gelê xwe û civaka xwe re bisînor namîne, Rêbertiya hemû mirovahiyê jî dike.
Tê zanîn ku Rêber APO di malbatekî hejar de hatiye dinyayê, malbata Wî weke ku Bixwe jî tîne ziman, malbateke ku bikaribe gelek tiştan bide zarokên xwe nebûye. Di nava civaka gund de jiyana xwe domandine û hewl dane ku zarokên xwe jî di vê çarçoveyê de mezin bikin. Lê belê, tişta ku Rêber APO ji zarokên din ên gund cuda dike ew e ku hê di temenê xwe yê zarokatiyê de ketiye nava lêgerînan ku jiyana heyî nepejirîne û li hemberî vê yekê raweste. Her weke ku di bîranînên Xwe de jî amaje pê dike, di serî de li hemberî paşverûtiyan serê xwe radike, ango bi neyarên malbata xwe re dayîn û standinên xwe hene, ji wê malbatê hevalên xwe yên herî hêja hene(Hesen Bîndal). Di vir de li hemberî bêwatebûna van paşverûtiyan berxwedanek heye. Her wiha hê di wê demê de li hemberî kolekirin û desteserkirina jinê nerazîbûnekî mezin û aciziyekê di dilê xwe de dihewîne. Di civakekî bi vî rengî de seknekî wiha raberkirina zarokekê, hema hema negengaz e. Di dema çûyîna dibistanê de ketina ferqa qirkirin û asîmîlasyonê, mirov dikare bibêje ku ti zarokek nikare di mejiyê xwe de hîs bike. Lê belê tişta ku Rêber APO kir lêgerînvanekî heqîqetê yê herî xurt, ev xislet bû ku kiriye Rêber APO bibe Rêberekî mirovahiyê.
Roja 4’ê Nîsanê rojekî wer ji rêzê nîn e, ji ber ku gelek hêman hene ku bi vê rojê ve girêdayî ne. Di rêza pêşî ya van hêmanan de Têkoşîna Azadiya Jinê tê. Ji lewra, Rêber APO têkoşîna azadiya jinê kiriye bingehê têkoşîna mirovahiyê. Bi taybet têkoşîna azadiya jinê her ji zarokatiya xwe ve ji xwe re kire bingehê têkoşînê û wer jî meşiya. Dema ku mirov dahûrandinên Rêber APO yên li ser jinê û azadiya wê dinêre, dibîne ku lêgerîna xwe ya heqîqetê ji reh û rîşeyên civakê daye destpêkirin, ji lewra jin jî weke hêmana sereke ya vê civakbûnê ye. Ji ber vê ye ku roja 4’ê Nîsanê di heman demê de roja dayîkbûna têkoşîna azadiya jina ku hati kolekirin e û bi taybet roja jina Kurd e ku di vê rojê de hatiye dinyayê û çavên xwe bi şewqa Rêber APO rohnî kiriye. Her wiha roja ji dayîkbûna civaka Kurd e ku ev civak ji xwe direviya, hatibû kolekirin, ji hestên xwe yên netewî dûrketibû, ketibû bin çerxên qirkirinê û wer lê hatibû ku nedizanî ku Kurd e. Zayîna yekem ya Rêber APO, ji ber vê yekê di serî de ya civaka Kurd, zayîna hemû mirovahiyê ye. Ango zayîna Rêber APO nabe ku tenê bi hatina dinyayê re bê sînordarkirin. Ji ber ku Roja Ji Dayîkbûna Rêber APO tenê ji dayîkbûna şexsekê nîn e. Bi hatina dinyayê ya Rêber APO re, di serî de civaka Kurd û jina Kurd, hemû mirovahî hatiye dinyayê û bi vê re jî hemû mirovahî bûye xwedî wî şensî ku bikare di rêka heqîqetê de bi Rêber APO re bimeşe. Ev jî tê wê wateyê ku Roja 4’ê Nîsanê roja ji dayîkbûna hemû mirovahiyê ye û divê hemû mirovahî vê rojê weke roja jidayîkbûna xwe pîroz bike.
Rêber APO ti caran jidayîkbûn tenê weke mijarekî biyolojîk nenirxand. Ango hatina dinyayê pîroz dît, lê belê hatina dinyayekî wiha ku di nava çerxên modernîteya Kapîtalîst de tê hêrandin, ti caran nepejirand û her tim li hemberî vê yekê têkoşiya. Di dinyayekî de eger mirov nikarin bi îradeyekî azad bijîn, ev tê wê wateyê ku li wê dinyayê mafê jiyankirinê nemaye. Ji ber vê jî Rêber APO dibêje “Ey zeman, yan ez ê te azad bijîm, an jî weke ku min tu jiyan nekiriye bihesibînim”. Ango bi zayîna hemû mirovahiyê re ku roja 4’ê Nîsanê roja vê ye, divê hemû mirovahî li hemberî Modernîteya Kapîtalîst têbikoşe û xeta Modernîteya Demokratîk bihêz bike da ku bikare vê roja jidayîkbûnê bike wesîle ku di vê dinyayê de bi awayekî azad bijî. Rêber APO ku her ji zaroktiya xwe ev hêvênê mirovahî û heqîqetê di xwe de ragirtiye, ji bo ku di serî de gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn, hemû mirovahî jê sûd wergire, pêşengatiya vê yekê dike û hemû têkoşîn û berxwedaniya Wî ya li Îmraliyê jî li ser vî bingehî ye.
Ji ber 4’ê Nîsanê roja jidayîkbûna me hemû mirovahiyê ye û em hemû bi Rêber APO re di vê rojê de hatine dinyayê, divê em xwedî li têkoşîna azadî û demokrasiya Rêber APO derbikevin da ku em bikarin di dîroka mirovahiyê de cihê layiqê me ye bigirin û ji bo pêşerojê jî bi avakirina netewên demokratîk re hîmê azadî û demokrasiyekî ebedî danên. Ev erka me hemûyan e û divê em hemû jî bi vê giranbûnê nêzîkî roja jidayîkbûna Rêberê xwe bibin.”
ÇAVKANÎ: PKK-Online – Egîd NÛMAN