Li hemberî pêkanînên serdestan yên li ser civakan, ji nav wê civakê bixwe kesên ku ev qebûl nedikirin û helwestê xwe diyar dikirin pêşdiketin. Em vê rastiyê di her serdema pergala hîyerarşîk û dewletparêz de dibînin. Yên ku derketine ne weke kes, bi hêst, bîr û bawerî, hêvî û armancên civaka xwe re bûne yek û wisa di nav civakan de cihê xwe girtine.
Di derbarê 4’ê Nîsan, rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan de hêst û nêrînên şagirtên Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan.
Zayîna Yekemîn Ya Rêber APO tê çi wateyê?
Zerdeşt TOLHILDAN: Beriya pergala hiyerarşîk û dewletparêz civak-xweza, mirov-civak, jin-zilam di nav hevsengiyekê de ji bo jiyanek rast têkoşîn pêş dixistin. Nakokî derkevin jî di çerçoveya berjewendiyên civakî de di demek kurt de dihatin çareserkirina. Ji bo her beşê civakê tişta sereke, civak û civakîbûn pêşxistin bû. Li ser vê bingehê jiyanek wekhev, azad, komûnal û demokratîk dihat jiyan kirin. Lê piştî ku pergala hîyerarşîk û dewletparêz derket û şûnde her tişt berovajî bû. Êdî neheqî, xirabî, nexweşî û koletê di asta herî jor de pêşket. Êdî ermancê sereke ne berjewendiyên civakê, hê zêdetir berjewendiyên kesan û serdesatan bû. Ji bo wê jî zilm û zordarî di asta herî jor de li ser gelan hate ferz kirin.
Li kêleka van yên ku çanda civaka exlaqî û polîtîk didomandin jî li ser dika têkoşînê cihê xwe digirtin. Li hemberî pêkanînên serdestan yên li ser civakan, ji nav wê civakê bixwe kesên ku ev qebûl nedikirin û helwestê xwe diyar dikirin pêşdiketin. Em vê rastiyê di her serdema pergala hîyerarşîk û dewletparêz de dibînin. Yên ku derketine ne weke kes, bi hêst, bîr û bawerî, hêvî û armancên civaka xwe re bûne yek û wisa di nav civakan de cihê xwe girtine. Em ji lehengên binav û deng bigrin heya pêxemberan, fîlozofan heya zanyaran. Vê çanda berxwedana civaka exlaqî û polîtîk heya roja me ya îro xwe domandiye. Çawa ku doh ev çand hebû û îro didome, wê di siberojan de jî li hemberî van pêkanînên pergala serdest pêşbikevin.
Her kesê ku di dîrok û jiyana civaka xwe de cihê xwe çêkiriye, ji aliyê wê civakê ve di asta herî jor de pîroz hatiye dîtin. Ji bo wê gelek çîrok pêşxistine, bi mucîzeyan pênase kirine û ew di nav dilê xwe de bi cih kirine. Ji ber ku dîroka heyî guherandiye û jiyanek nû pêşkeşî civaka xwe kiriye. Bi navekî din, vejînekî nû pêşxistiye.
Di dîroka gelê Kurd de rastiya zayîna yekemîn ya Rêbertî jî di vê çerçovê de mirov dikare bigre dest. Zayîna Rêbertî hêviya rizgariyê û jiyana azad e. Zayîna Rêbertî zayîna rastiya gelekê ye. Ew hêviya rojên ronî û azad ku ji aliyê serdestiyê ve hatibû temirandin cardin nûjen kirin e. Bi wêrekî û hêza civakî bi ser tarîtiyan de meşîn e. Ew civaka ku bê nefes hatibû hiştin cardin bi can kirin e.
Zayîna Rêbertî, bêrîkirin, xeyal û armancên civaka Kurd ku ji aliyê serdestan ve hatibûn binaxkirin û ser hatibû betonkirin, cardin şîn kirin û bi tîrêjên rojê re rû bi rû kirin e. Zayîna Rêbertî, ev axên ku biharên wê ji aliyê serdestan ve zîvirîbûn zivistanên sar, cardin şîn kirin e. Qeşaya ku di dilan de pêşketibû helandin e.
Zayîna Rêbertî çanda berxwedanê ya gelê Kurd derbasî asta vejînan kirin e. Ew berxwedana hezaran salan ber bi avakirina jiyana azad ve birin e. Rêbertî bi zayîna xwe, ji nû de gelê Kurd anî ser xwe. Li hember her cûre polîtîkayên qirkirin û tinekirinê hêza rizgariya neteweya demokratîk ava kir. Rastiya zayîna Rêbertî, rastiya zayîna têkoşîna azadiya gelê Kurd e.
Zayîna Rêbertî ya yekemîn ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo giştî mirovatiyê di asteke herî jor de pir girîng e. Zayîna yekemîn a Rêbertî, zayîna gelên ku di rêya azadiyê de bêyî ku bitirsin, bi wêrekî dimeşin e. Di rêya gelan de bû ronahî û rêya azadiyê nîşan da. Bi taybet di axên Rojhilata Navîn de, ew çanda berxwedaniyê di kesayeta gelê Kurd de nûjen kir. Bi vê yekê re Rêbertî kesên ku çavê xwe ji rastiyan re girtibûn û nedidîtin cardin bi çav kir. Ew ên ku guhên xwe girtibûn cardin bi bi guh kir. Ew zimanê ku lal bibû û yek peyv jî jê dernetiket cardin bi gotin kir. Bi kurtasî, zayîna Rêbertî kes, civak û xweza zindî kirin û bi vîneke azad, bîr û baweriya jiyana azad pêşxistin e.
Di demên xwe yên zarokatiyê de Rêber APO xwedî çi kesayetek bû û Sekna xwe bi çi rengî bû?
Serhat BOTAN: Şert û mercên civakî, herêmî, hawirdor û malbatê li ser avabûna kesayeta mirov bandoreke xwe ya girîng heye. Di vê çarçoveyê de şert û mercên Kurdistanê ku mirov dikare bibêje ji ber polîtîkayên qirkirinê yên li ser bi giştî Kurdistan û nexasim li ser Bakurê Kurdistanê, civaka Kurd ketibû rewşekî wisa ku weke Kurd ji hebûna xwe direviya. Di rewşekî wiha de li hemberî zordarî û qirkirinê derketin û pê hesiyan, tiştekî wer asayî û rehet nîn e ku Rêber APO di temenê xwe yê zaroktiyê de lê serwext bûye.
Ne şaş e ku mirov bibêje ‘her kes nikare bibe Rêber’, lê bersivekî têrker nîn e û pêşî li ders derxistina vê yekê digire. Ya esas ew e ku Rêbertî lêgerîna xwe ya heqîqetê ji zarokatiya xwe daye destpêkirin. Ev lêgerîn bi awayekî rasterast bi “ketina ferqa neheqiyan” û “li xeyalên zarokatiyê xiyanet nekirin”ê re girêdayî ye ku Rêbertî di dema zarokatiya xwe de ji xwe re esas girtibû. Di wateyekî din de Rêbertî şerê lenet û pîroziyê ku li ser bingehê bajarê Riha’yê, bi derketina hişmendiya zilam-desthilatdariyê re pêşket; di kesayeta xwe de nefetisand û paşgûh nekir. Her ku çû, ev şer berfirehtir kir û kir bingehê têkoşîna avakirina xwe û civakê. Lêgerîna Wî ya peydakirina tişta herî baş û pîroz ku bi sekna xwe ya ji zarokatiyê heya roja îro raber kiriye û dike, selmandina vê rastiyê ye.
Rêbertî, cesareta ku li hemberî nêzîkatiyên paşverû û koleker ên civak-malbatê derbikeve, raber kir. Her wiha, girêdanbûna bi axê re, dayîkê re, kedê re, hevaltiyê re, jiyana azad re, xweşikî û evînekî rast re, li gel ku di civaka Kurd de ev yek hatibûn berovajîkirin an jî hatibû wê astê ku hema hema nemabûn, Rêber APO, bi xwedî li van nirxên civakî û exlaqî derketinê re rêka herî rast nîşanî hemû mirovahiyê da. Rêber APO, hê di dema zaroktiya xwe de lewaziya di van xalan de dît, ji van yekan gelekî nerehet bû û ket nava wê hewldanê ku bikaribe rêka herî rast û xweşik peyda bike û bi mirovahiyê bide naskirin. Têkoşîna Wî ya li hemberî malbat û paşverûtiyê li ser vî bingehî pêşketiye. Rêber APO, li gel ku weke zarokekî malbateke feqîr bû jî, hem di nava malbatê de, hem di nava hevalên xwe yên zarokatiyê de, hem jî di dema çûyîna zanîngehê û hwd. de her tim rola pêşengatiyê lîstiye û her tim weke zarokekî serkeftî bûye û her wiha hesasiyeta xwe ya ji jinê re hê di dema zarokatiyê de bi awayekî tund nîşan daye. Ji lewra, weke ku Bixwe jî pênase dike, Rêber APO weke kesateyekî pêşeng û rênîşander bûye.
Weke ku Rêber APO dibêje,’min ti caran li xeyalên xwe yên zarokatiyê xiyanet nekir’, divê em hemû jî vê mebdeyê ji xwe re esas bigirin û pêdiviyên vê yekê bicîh bînin.
Rêber APO di zaroktiya xwe de di derbarê Jinê de guman, bûyer û lêpirsînên ku jiyan kiriye li ser bandorekî çawa daye avakirin. Di vî warî de di têkoşina xwe de gaven çawa pêşxistin?
Delal AFŞÎN: Tevgera azadiya jin a Kurdistanê, weke tê zanîn bi tevgera azadiya Kurdistanê destpê nekiriye. Bingehê tevgera azadiya jinên Kurdistan, dema ku Rêbertî di zarokatiya xwe de pergal û feraseta civaka heyî nepejirand, wê demê ve destpêkiriye. Lêgerînên Rêbertî yên ku di dema zarokatiyê de daye destpêkirin û bi van pêvajoyên lêgerînan ve girêdayî kişandina hemû jinan ber bi rêvîngiya azadiyê çebûye. Asta ku azadiya jin ku îro xwe gihandiye ji bo em bikaribin fêm bikin pêwîste em lêgerînên Rêbertî yên dema zarokatiyê de baş fêm bikin û bizanibin.
Rêbertî di dema zarokatiya xwe de bi ti awayî nêzikatiyên zayendperest qabûl nekiyê û her wiha bi guhartin û veguhertina pergala heyî re, dest bi têkoşînê kiriye. Di nav jiyana civakî û malbatî de ferasetên ku dihatin jiyankirin, nêzîkatiyên ku hestên wî yên zarokatî nedipejirand di nava jiyanê de jî li hemberî van yekan tekoşînek daye meşandin, ji bo vê jî bi dayîka xwe re têkoşînekî bê hempa daye meşandin. Pir caran wate nedaye ka çima nikare bi zarokên keç re pêşbirkê û lîstokên zarokan bilîze. Lê belê li hemberî vê her tim bi dilê xwe yê masumane xwe tevlî pêşbirkê kiriye û di hemû qadên jiyanê de parvekirinên xwe daye domandiye. Wate nedaye wan feraset û qalibên ku jin ji qadên jiyanê qut kirine û li derveyî jiyanê hiştine. Rêbertî bi hevaltiya xwe ya bi Elîf re her tim qalibên heyî şikandine. Dema ku hevalên wî yên pêşbirkê jê têne standin, bi taybet dema ku ev hevala wî ya hêja bi têmenek biçûk tê zewicandin li hemberî vê seknandin, kişandin û dawet kirina Elîf ji bo pêşbirkê di rastiyê de li hemberî paşverûtiyên ku di nava civakê de heyî seknek raberkirin e. Herçend sal jî li ser derbas bûbûn, bi vî şêweyî birina Elîf nepejirandibû. Rêbertî ji bo ku hevala xwe carekî din qezenc bike û ji bo bibe rêhevalê hemû jinan û ji bo tevgera azadiyê pêşbixe, bi tekoşîna li hemberî feraseta zayêndperestiye ev bersiv daye.
Di civakê de bê hêz ditîn, weke amêr bikaranîna û firotina jinê, wate nedayîn, bi demê re li hemberî vê zîhniyet û ferasetê tekoşînek pir mezin bi xwe re tîne. Rêbertî di zarokatiya xwe de dema dibîne xûşka wî li beramberî çend telîs genim didin zilamekî ku qet nasnake û dizewicînin, pir zora wî diçe û bi ti şêweyan napejirîne û li hemberî vê bûyerê bi dayîk û babê xwe re şerên- têkoşînên pir mezin pêşdixe. Ji bo bûyerên wiha ku vicdana mirov qebûl nake, soza guhertina rewşa heyî ji xwe re dide. Di nava civakê de ev qas bê qiymet dîtina jin hişt ku Rêbertî li hemberî paşverûtiyên civakê gelekî hêrs bibe û ji bo derbaskirina van ferasetan daxwaz û bingehê têkoşînê da avakirin.
Rêbertî di zarokatiya xwe de bûyerên ku wate nedida lê dema ku pêdihesî ku xeletiyek heye bi ti şêweyan qabûl nekiriye û teslîm nebû ye. Hez û bandora jin a di jiyanê de di kesayeta dayîka xwe de, di sekna dayîka xwe ya otoriter de fêm dike, her wiha cewherê jin di nava civakê de çawa hatiyê qalibkirin, hatiye fetisandin û çawa hatiye çawisandin bi demê re baştir fêm dike û li ser vê mijarê lêkolîn û lêhûrbûnên pir berfireh pêşdixe.
Rêbertî, di dema zarokatiya xwe de rewşên ku ji bo jin qabûl nekiribe û her dem jê re nakok dihatin ji bo vê rewşa ku jin tê de ye biguhere, di tekoşîna azadiya Kurd de tevlîbûna jin bingeh girtiye. Ji bo ku bikaribin ji bo azadî û îradeya xwe têbikoşin. Têkoşîna di kesayeta jina Kurd de hatibû pêşxistin îro bûyê têkoşîna azadiya hemû jinan. Rêbertî di demên zarokatiya xwe de bûyer û ferasetên ku di nava civakê de bûne qalib nepejirand û ji bo tekoşîna azadiyê xist bingehekî pir xurt. Her wiha ji bo hevaltiyek azad û ji bo civakek azad pêşbikeve azadî û têkoşîna jin weke xalekî herî sereke û jiyanî girt dest.