Li Başurê Kurdistan li bajarê Silêmanî endamên Jinên Gencanî Têkoşer 4’ê Nîsanê pîrozkir. Jinên Ciwan bi mûman nivîsa “70 Sal Pîroz be” çêkir û pêxistin.
SILÊMANÎ – Endamên rêxistina Jinên Gencanî Têkoşer li Silêmanî 4’ê Nîsanê roja jidayîkbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan pîrozkir. Jinên Ciwan bi mûman nivîsa “70 Sal Pîroz be” çêkir û pêxistin. Her wiha di pîrozbahiyê de jinên ciwan sinevizyonek derbarê jiyana Rêber Gelan Abdullah Ocalan temaşe kirin.
Bi wesîleya rojê endamên Jinên Gencanî Têkoşer Avan Çiya û Merziye Ehmed ji Nûçe Ciwan re axivîn.
Jina Ciwan Avan Çiya rojbûna Rêber Gelan Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha got: “Ez rojbûna Rêber APO li her çar perçeyên Kurdistan û li hemû berxwedanvanên çalakiyên grevên birçîbûnê pîroz dikim. Pêwîste her kes li ser fikir û felsefeya Rêber APO jiyan bike ji bo bikare mafê xwe xwedî derkeve.”
Merziye Ehmed jî 4’ê Nîsanê li tevahî cihanê pîroz kir û wiha berdewam kir: “4’ê Nîsanê rojek giringe ji bo hemû jinan. Rêber APO bûye hêviya hemû gelan. Em 4’ê Nîsanê di destpêkê de li Leyla Guven ku ev nêzî 5 mehan di çalakiya greva birçîbûnê de ye dikin. Gelê Başurê Kurdistan wê li ser fikir û felsefeya Rêber APO jiyan bike û xwe li ser vî esasî perwerde bike”.