Bi sedan şêniyên Şengalê rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ya 70’emîn pîroz kir.
ŞENGAL – Rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ya 70’emîn li gelek navendan tê pîrozkirin. Navendek ji wan jî Şengal e.
Di saetên sibehê welatiyên ji Şengalê bi çandina daran rojê da deestpê kirin. Piştre welatî ji 7 heta 70 salî li Deriyê Kersê li Baxçê Serokatî li hev kombûn û bi coşek mezin pîrozbahiya 4’ê Nîsanê lidarxistin. Di pîrozbahiyê de komên mûzîkê bi helbestên xwe welatiyan dawetî govend gerandine kir.
Di Pîrozbahiyê de ciwanan bi sloganên wek “Bijî Serok APO” û “Rojbûna te pîroz be ey Serok APO” rengê xwe xist nava coş û moralê.