Ciwanên Rojava û Bakurê Suriyê ji bo rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û serkeftina QSD, YPG-YPJ li dijî Daiş’ê li bajarê Hesekê şahiyek navendî lidardixe.
HESEKÊ – Ciwanên Şoreşger rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û serkeftina QSD, YPG-YPJ li dijî Daiş’ê bi şahiyek mezin li Hesekê pîroz dike.
Piştî axaftina Koordînasyona Ciwanên Şoreşger Harûn Apoyî hunermend yek bi yek derketin ser dîkê û awazên xwe pêşkeş kirin. Ciwanan di konserê hertim sloganên wek “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Bijî Serok APO” avêtin.
Destpêkê koroya Erkaxwe parastinê bi stranê marşên netewî derket ser dîkê, piştre Cewad Merwanî û Rêber Wahîd derketin ser dîkê. Ciwanan bi helbestên huermendan govend gerandin.