Pîrozbahiya Ciwanên Rojava û Bakurê Suriyê ji bo rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û têkçuyîna Daiş’ê li Hesekê bi coş û moral bi dawî bû.
HESEKÊ – Ciwanên Rojava û Bakurê Suriyê îro li bajarê Hesekê rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û têkçuyîna Daiş’ê bi coş û moralek mezin pîroz kir.
Pîrozbahî bi tevlîbûna hezaran ciwanan ji tevahî Rojava û Bakurê Suriyê û bi beşdarbûna gel pêk hat. Huermendan bi rêz derketin ser dîkê û hunerê xwe pêşkeş kirin. Ciwanan bi stranan govend gerandin û bênavber sloganên wek “Bijî Serok APO” û “Bê Serok Jiyan Nabe” avêtin.
Bi pêşkeşkirina folklorê û bi gerandina govendan pîrozbahiya ciwanan bi dawî bû.