“Îro 4’ê Nîsanê ye, rojbûna Rêber Abdullah Ocalan. Bi Rêber Ocalan re jiyaneke nû li Kurdistanê hat hûnandin. Felsefeya jiyana Kurdan, li her çar beşên Kurdistanê hat guhertin. Dûr û nêz, vê felsefeyê bandor li her kesî kir. Îro, Kurd vê rojê wek rojbûna xwe dibînin. YPJ´ê ji bo vê di vê rojê de avabûna xwe îlan kir. Her wiha Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) jî di 4’ê Nîsana 2004´an de avabûna xwe îlan kir. Avabûna PJAK’ê di 04.04.2004’an de gelek wateyan di nava xwe de dihewîne. Serhildanên dawî yên li Rojhilatê Kurdistanê ku bi trajediyan bi dawî dibûn, ji serhildana Simkoyê Şikak heta têkçûna Komara Kurdistanê ya li Mehabadê, her wiha ji 1979´an heta roja îro polîtîkayên komplowarî û bêbextane yên rejîma Îranê li ser rêveber, pêşeng û kadroyên pêşeng ên Rojhilatê Kurdistanê, bi armanca qirrkirina Kurdan hatiye kirin. Ev konsepta qirrkirinê bi desteka hêzên herêmî û navneteweyî heta roja îro jî didome.
Ezmûnên partiyên siyasî li Rojhilatê Kurdistanê têrê dike ku mirov şîroveyeke rast bike. Nebûna fikr, felsefe û pê ve girêdayî meşandina siyaseteke rast a têkoşînê, bûye sedem ku partiyên Kurdî li Rojhilat negihêjin encama tê xwestin. Bê guman gelek berdêl hatine dayîn. Li beramberî pergala Xusrewanî ango şahenşahî her wiha li beramber rejîma Komara Îslamî li ber xwe daye û têkoşiyaye. Lê belê şêwazê şaş ên rêveberiyê, kêmbûna asta zanebûna di warê bîrdozî û nebûna pratîkeke rast, hiştiye ku encam neyê wergirtin. Di pêvajoyê de ku gelek hêzan dixwest fikr û felsefeya Rêber Apo bi partiyeke biçûk re bi sînor bikin û bifetisînin, wek pergala Konfederal ji bo tevahiya beşên Kurdistanê, PJAK derket holê. Têgîna hizbayetiya parçe û herêmeke herî zêde mijara sînor û parçebûna Kurdistanê kûrtir kiriye û mirov dikare bibêje, jê re bûye destek. Gelek tevgerên Kurdistanî, li Rojhilatê Kurdistanê herçend navê sosyalîzm û azadiyê li xwe kirine jî lê belê her tim bi çavê Sovyet yan jî welatên Ewrûpa û Emerîkayê temaşeyî rastiya gelê xwe kirine. Bi gotineke din di nihêrîna oryantalîstî de fetisîne û rastiya di civaka Kurdistanê de nedîtine. Mixabin di dîroka partiyên Rojhilatê Kurdistanê de mirov dibe şahide vê trajediyê. Sedema herî bingehîn a binketin û têkçûnê ew bûye ku; di serî de wan baweriya xwe bi xwe, hêz û îradeya xwe neaniye. Wan pişta xwe daye hêzên derve, her wiha ji bo bibe beşek ji rejîma dagirker, wan xwe înkar kiriye. Wan xwestiye xwe bi desthilatdariyê bidin qebûlkirin.
Partiyên wek Hizba Demokrat û Komele, wek partiyên sereke û kevin ên Rojhilat ku niha bûne çend beş û parçe bûne, mijarên me li jor behsa wan kir, heta roja îro jî baş tehlîl nekirine. Partî wek amûrek ji bo desthilatdariya şexsî hatiye bikaranîn. Her partiyekê xwe navend dîtiye û ev bûye sedem ku bi demê re ji xet û armanca xwe ya esasî derkevin. Partiyên behsa me li ser wan, hebûn û avabûna partiyeke din, çêbûna fikr û felsefeyeke nû ji xwe re wek xeter dibînin, ji bo wê jî dijberiya her liv û tevgereke nû dikin. Derketina PJAK´ê ku xwe dispêre fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, ne tenê ji bo van partiyan, ji hêzên dagirker û hegemon re jî xeter e. Li gel ku PJAK di demeke kurt de hatiye avakirin, lê karî bi hêza xwe ya fikrî, siyasî û eskerî, îdîaya xwe ya ji bo Îraneke Demokratîk beyan bike. Ji bo wê jî, herî zêde rejîma Îranê ji hebûna PJAK’ê ditirse. Ji ber ku hêza herî dînamîk e ku amade ye di her şert û mercî de peşengiya şoreşa tevahiya gelên Îranê bike. Vê baş dizanin ku wan partiyên din heta astekê marjînal kirine û xistine bin xizmeta xwe. Roja îro jî, DYE dixwaze di ser partiyên siyasî û opozisyonan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê re mudaxeleyî rejîmê bike. Ji bo wê jî her carê bi taybet partiyên Kurdî sor dike û dixwaze wek amûrekê bi kar bîne. Bi dîtina van xeter û pîlanan, her wiha bi dersderxistin ji ezmûnên tevgerên çep û sosyalîst li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, PJAK dikare modela Neteweya Demokratîk pratîktîze bike. Partî li Îranê gelek caran axivîn, wan got û got, lê di pratîka xwe de dîsa xwe spartin efendiyên xwe û hêzên sermayedar. Ya PJAK´ê ji partiyên din cuda dike ew e ku bi yekbûna gelên Îranî dikare bibe partiya herî pêşeng ji bo şoreşa gelan. Ji ber felsefeya li ser ava bûye, pêşengiya şoreşa herî mezin a gelan li Rojhilata Navîn dike.”
ÇAVKANÎ: YENİ ÖZGÜR POLİTİKA – Gelawêj EWRÎN